Li Gimgimê li dijî projeya JES’ê serdana esnafan hat kirin

NûçeXweza

🔴Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, ji bo balê bikişîne ser metirsiyên projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES), esnafên navçeyê agahdar kirin.

GIMGIM (Nûpel) – Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku tê plankirin li sînorê gundê Xwarikê yê navçeya Gimgima Mûşê were avakirin, çalakiyek li dar xist. Ev projeya ku tê gotin dê bandoreke neyînî li ser herî kêm 16 gundan bike, rastî berteka gel û saziyên herêmî tê.

Şandeyeke Berfireh Beşdar Bû

Di çarçoveya xebatên agahdarkirinê de, şandeyek ku tê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevşaredarên Gimgimê Giyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya, her wiha nûnerên saziyên civakî yên sivîl cih girtin, li navenda navçeyê esnaf ziyaret kirin.

Broşurên Agahdarkirinê Hatin Belavkirin

Şandeyê di dema serdanê de girîngiya parastina xwezayê û bandorên xerab ên JES’ê ji esnaf û welatiyan re şirove kirin. Di serdanê de broşurên ku li ser zirarên projeyê hatine amadekirin hatin belavkirin û bang li gel hat kirin ku li dijî talankirina xwezayê dengê xwe bilind bikin.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Li Amedê Kelecana Şampiyoniyê: Bajar bi Rengên Kesk û Sor Hat Xemilandin
Barana Zêde Cotyarên Deşta Amedê di Nav Fikaran de Hîşt

Nûçeyên Sereke