Li Farqînê Agirê Newrozê li Gundan Geş Dibê: Pîrozbahî bi Coş Dest Pê Kirin

Nûçe

🔴FARQÎN (Nûpel) – Şaredariya Farqînê ji bo pêşwazîkirina Newroza 2026an, di bin dirûşma geşkirina agirê azadiyê de, li gundên navçeyê dest bi zincîre-çalakiyan kir. Pîrozbahiyên ku li gundan bi coşeke mezin dest pê kirin, dê heta 21ê Adarê berdewam bikin.

Ji Reşika heta Qeremûsê Agirê Newrozê

Şaredariya Farqînê bernameyeke berfireh amade kiriye ku heta roja Newroza Mezin a Amedê (21ê Adarê) her roj li gundekî agirê Newrozê bê dadan.

Roja Yekem: Destpêka pîrozbahiyan li gundê Reşika hate kirin.

Roja Duyem: Şêniyên gundê Qeremûsê bi kincên xwe yên neteweyî û bi lîlandinan li dora agirê Newrozê kom bûn.

Hevserok Kadri Esen: “Em ê agirê Newrozê li her derê geş bikin”

Hevserokê Şaredariya Farqînê Kadri Esen, bi xwe beşdarî bernameyan dibe û pêşengiya pîrozbahiyan dike. Esen di axaftinên xwe de balê dikşîne ser girîngiya Newrozê û wiha dibêje:

“Newroz ji bo me sembola berxwedan û vejînê ye. Em wek Şaredariya Farqînê, gund bi gund digerin da ku em bi gelê xwe re vî agirî geş bikin. Armanca me ewe ku em ruhê Newrozê bigihînin her mal û her kolanê.”

Ber bi Newroza Amedê ve

Ev bernameyên ku li gundên Farqînê tên lidarxistin, dê wekî amadekariyekê heta 21ê Adarê bidomin. Di roja dawî de, gelê Farqînê dê bi herikîna ber bi qada Newroza Amedê ve, pîrozbahiyên îsal bi dawî bikin.

Van jî bibîne

 

Încîrlîk Cara Sêyem Di Hedefê De Bû: Fuzeya Îranê Hat Astengkirin
Şerê Îranê: Di Bin Sîya Berjewendiyên Emperyalîst De Çarenûsa Gelan

Nûçeyên Sereke