Li Erziromê birûskê li bav û kur xist û her du jî mirin

Kurdi

 Li navçeya Bardîzê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê birûskê li bav û kurê wî yê ku li zozanan pezê xwe diçêrand xist, her du jî mirin. 

Birûskê li Abdulmenaf Kisakê 51 salî û kurê wî Bayram Kisakê 14 salî yên ku li şivantî dikirin xist.

Li ser agahdarkirinê kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku bav û kurê wî li cihê bûyerê mirine.

Tîmên tendursitiyê cenaze piştî lêkolîna li cihê bûyerê veguhastin morgê.

/rd/

Van jî bibîne

 

Rêveberiya Xweser û Fînlenda li Beyrûtê civiyan
Şam: Taxeke Elewiyan bi darê zorê tê valakirin

Nûçeyên Sereke