Li Enqereyê Banga ‘Yasaya Aştiyê’: Çavê Kurdan Li Parlamentoyê Ye

Nûçe

🔴Di pîrozbahiyên Newroza Enqereyê de peyama sereke “aştî û azadî” bû. Beşdaran daxwaz kirin ku piştî cejnê “Yasaya Aştiyê” bikeve rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê û girtiyên siyasî werin azadkirin.

ENQERE (Nûpel) – Îsal li paytext Enqereyê Newroz bi coşeke mezin û bi daxwazên siyasî yên girîng hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku li qada Anitparkê birêve çû, girseya gel bi cil û bergên neteweyî rengên Kurdistanê birin dilê paytextê. Lê belê îsal ji bilî coşê, hêviyeke xurt a ji bo çareseriyeke yasayî hebû.

Nîskok li ser ‘Yasaya Aştiyê’ ye

Beşdarên Newrozê bal kişandin ser rapora Komîsyonê û daxwaz kirin ku Parlamentoya Tirkiyeyê gavên pratîkî biavêje. Daxwaza herî dengvedayî derketina “Yasaya Aştiyê” bû. Tê payîn ku bi vê yasayê re rê li ber azadiya gelek girtiyan vebe û pêvajoyeke nû ya diyalogê dest pê bike.

Hevserokê Komîsyona Yasayê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan li qadê daxuyaniyek da û bal kişand ser amadekariyên yasayî. Turkdogan diyar kir ku divê desthilat reşnivîsa xwe ya li ser pêşniyazên yasayî parve bike û got:

“Pêwîst e Yasaya Aştiyê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re were gotûbêjkirin. Piştre em li bendê ne ku reşnivîsa nêrînên hemû aliyan bînin parlamentoyê.”

Ji Anitparkê ber bi Parlamentoyê ve peyam

Qada Anitparkê ku tenê 500 metre dûrî Parlamentoya Tirkiyeyê ye, bû qada daxwazên mafdar. Jin û ciwanên bi kofî û kincên resen, daxwaz kirin ku dîwarên li pêşiya aştiyê werin rakirin.

Fadîle Elber: “Êdî bes e ev şer û xwîn, em li benda xebereke xweş in.”

Omer Suçî: “Ez bawer dikim dê Newrozên bê xweştir bin. Divê gelê Kurd hevgirtina xwe bi hêztir bike.”

Enes Kara: “Xweş e Newroz lê me dixwest em li welatê xwe bin.”

Piştgiriya Çepgirên Tirk

Di pîrozbahiyê de ne tenê Kurd, lê hejmareke zêde ya alîgirên partiyên çep û sosyalîst ên Tirk jî amade bûn. Beşdaran bi sloganên “aştî û biratî” piştgiriya xwe nîşan dan. Her wiha ciwanên wekî Rozalînda û Nazdar Yilmazê jî hêviyên xwe yên ji bo pêşerojeke azad anîn zimên.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û bi hêviya ku Newroz bibe mîlada aştiyê bi dawî bû.

 

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Li Wanê pîrozbahiya Newrozê: Bi sedhezaran kes kom bûn
Li Êlihê Tevî Sermayê Coşa Newrozê: Bi Hezaran Kes Li Qadê Civiyan

Nûçeyên Sereke