🔴Nûpel – Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê, xaleke kontrolê ya Heşdî Şebiyê bi balafirên şer hat bombebarankirin. Di encama êrişê de kuştî û birîndarên hêzên ewlehiyê û sivîlan hene.
Îro derdora demjimêr 15:30yî, li deriyê navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê, xala kontrolê ya bi navê “Şehîd Heyder” bû armanca bombebaraneke giran. Li gorî zanyariyan, jûra ewlehiyê ya Heşdî Şebiyê ya ku bi ser Fermandariya Operasyonên Rojavayê Enbarê ve ye, rasterast hat armancgirtin.
Hêzên Heşdî Şebiyê û rayedarên xwecihî yên parêzgehê derbarê bîlançoya êrişê de daxuyaniyên fermî belav kirin. Li gorî daneyên dawî:
Heşdî Şebî: 6 çekdar hatin kuştin, 4 çekdar birîndar bûn.
Hêzên Polîs: Karmendekî polîsên hawarçûnê yê ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ve birîndar bû.
Sivîl: 2 welatiyên sivîl ên ku di wê demê de li xala kontrolê bûn, birîndar bûn.
Şêwirmendê Ewlehiyê yê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Enbarê, Ebdula Cuxêfî, derbarê êrişê de ragihand ku bombebaran bi balafirên şer hatine kirin. Cuxêfî destnîşan kir ku jûra ewlehiyê ya li xala kontrolê bi awayekî rasterast hatiye lêdan, ku ev bûye sedema windahiyên canî yên giran.
Heta niha bi awayekî fermî nehatiye eşkere kirin ku ew balafirên şer aîdî kîjan welatî ne, lê li herêmê car bi car aloziyên bi vî rengî diqewimin.
/Çavkanî: Rûdaw/










