Li Enbarê Dijî Baregeha Heşdî Şeebî Êrişa Hewayî Hat Lidarxistin

Nûçe

ENBAR (Nûpel) – Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, careke din baregehên hêzên Heşdî Şeebî bûn armanca êrişên hewayî. Li gorî agahiyên dawî, balafirên şer li herêma Rutbe baregehek bi giranî bombebaran kirine.

Êriş li Herêma Rutbe Pêk Hat

Li gorî çavkaniyên herêmî û agahiyên ku ketine destê ajansên nûçeyan, êriş li nêzî bajarokê Rutbe yê ser bi parêzgeha Enbarê ve pêk hatiye. Piştî dengê teqînên mezin, hêzên ewlekariyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û li herêmê tedbîrên tund hatin girtin.

Ziyan Hîn Nexuya ne

Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên vê êrişê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Nayê zanîn ku di encama bombebaranê de kuştî an birîndar hene yan na.

Berdewamiya Êrişên Amerîkayê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev du roj in li parêzgehên Enbar û Nînovayê, baregeh û xalên Heşdî Şeebî ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve tên hedefgirtin. Ev êriş di demekê de ne ku rageşiya li herêmê di asteke bilind de ye.

/Çavkanî: Rojnews/

MHP’ê derbarê ‘Pêvajoyê’ de peyam da: “Ger di destê me de ba me zû qanûn derxistibûn”
Banga Esnafên Amedê: Divê Aşê 550 Salî Ji Bo Turîzmê Bê Veguhastin

Nûçeyên Sereke