NAVENDA NÛÇEYAN – Rêzeçalakiyên Newrozê yên sala 2026an bi coşeke mezin li navçeyên Elkê û Milazgirê berdewam kirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk derketin pêş.
Elkê: ‘Ev Agir Heta Serkeftinê Namirire’
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, bi hezaran welatî bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li qada pîrozbahiyê civiyan. Welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî qad xemilandin, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman daxwazên xwe yên siyasî anîn ziman.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedanê û got: “Ev agirê ku ji Marînosê heta Kato û Cûdiyê geş bûye, heta serkeftinê dê qet nemirire. Em xwedî li pêvajoya aştiyê derdikevin.” Her wiha Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal jî destnîşan kir ku ew ê Newroza sala 2027an bi Abdullah Ocalan re pîroz bikin.
Milazgir: ‘Gelê Kurd Dixwaze Rêberê Xwe di Nav Xwe de Bibîne’
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî bi hezaran kes li Meydana Qesaban a Kevin kom bûn. Di pîrozbahiyê de hunermend Emerxan û Servet Birhat derketin ser dikê û girse bi stranan kete govendê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, di dema pêxistina agirê Newrozê de bang li dewletê kir ku “Mafê Hêviyê” pêk bîne. Bozê diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û wiha axivî:
“Gelê Kurd li hemû qadan bang kir; êdî dixwazin Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Divê deriyên girtîgehan vebin û girtiyên siyasî tevli siyaseta demokratîk bibin.”
Hevşaredarê Milazgirê Ahmet Kenan Turker jî bi gotina Yaşar Kemal a “Gerdûn baxçeyê gelan e” bal kişand ser dewlemendiya çandî ya Kurdan û bang li her kesî kir ku ji bo aştiyeke mayînde kedê bidin.
Pîrozbahiyên li her du navçeyan jî piştî pêxistina agirê geş û gerandina govendê bi dawî bûn.
/Çavkanî: AW/










