Li Elkê Hezzaz: Rêya Bajarokek û 10 Gundan Hat Girtin

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Elkê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve, ji ber hezzazê (herifîna axê) rêya bajarokek û 10 gundan hat girtin.

Li navçeya Elkê, di roja yekem a Cejna Remezanê de ji ber barîna barana zêde, zinar û kevirên mezin bi ser rêyê de ketin. Di encama vê hezzazê de, çûnûhatina li ser rêya bajarokek û 10 gundan bi temamî sekinî.

Piştî agahdarkirinê, tîmên taybet ên parastina rêyan ji bo paqijkirin û vekirina rêyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xebatên ji bo vekirina rêyê berdewam dikin.

Bernameya Newroza Amedê ya 2026an Hat Eşkerekirin
Hişyariya Barana Zêde û Lêhiyê ji bo 17 Parêzgehan

Nûçeyên Sereke