Li Efrînê Qedexeya Derketina Derve Hat Ragihandin

Nûçe

🔴EFRÎN (Nûpel) – Birêvebiriya Ewlehiyê ya Efrînê (Asayîş), piştî hinek alozî û rûdanên dawî, li navenda bajêr qedexeya derketina derve ragihand. Biryar ji bo parastina aramiya herêmê û rêgirtina li ber aloziyan hat girtin.

Demjimêrên Qedexeyê

Li gorî daxuyaniya fermî ya Birêvebiriya Ewlehiyê, qedexe bi vî rengî hat diyarkirin:

Destpêk: 20:00

Dawî: 02:00 (berê sibehê)

Parastina Yekrêziya Niştimanî

Asayîşa Efrînê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya yekrêziya niştimanî û tebahiya di navbera pêkhateyan de. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku welatî rêzê li sembolên niştimanî bigirin û nirxên biratiyê biparêzin.

“Birêvebiriya Asayîşê dê li hemberî her kesê ku binpêkirinê bike rêkarên yasayî pêk bîne. Ev yek bi armanca bicihkirina yasayê û parastina aştiya civakî ye.”

Sedema Qedexeyê: Aloziyên Piştî Newrozê

Hate ragihandin ku ev biryar piştî aloziyên li parêzgeha Helebê hatine girtin. Li gorî agahiyan, piştî pîrozbahiyên Newrozê, dema ku welatiyên Kurd vedigeriyan malên xwe, rastî êrişa komeke welatiyên Ereb hatin. Di van bûyeran de heqaret li sembolên neteweyî yên Kurd hatibûn kirin, ku vê yekê zemîna rageşiyê amade kiribû.

Asayîşê tekez kir ku boneyên niştimanî divê bibin wesîleya hezkirin û tebahiyê, ne ya dubendî û aloziyê.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Sîpan Hemo: Yên ku êrişî Kurdan û sembolên neteweyî dikin li pey fitneyê ne
Li Helebê Piştî Ahenga Newrozê Êrîşî Kurdan Hat Kirin

Nûçeyên Sereke