🔴NÛPEL – Komeleya Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurdî (Kurdî-Parêz) ku li bajarê Dîlokê hatiye avakirin, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê xebatên xwe yên ji bo parastina anezimanê didomîne. Hevserokê komeleyê Abdurrahman Yalin destnîşan kir ku bêyî ziman, nasname jî namîne.
Parastina Ziman Li Dijî Asîmîlasyonê
Li bajarê Dîlokê ku bi sed hezaran Kurd lê dijîn, komeleya Kurdî-Parêz bi armanca parastin, pêşxistin û veguhastina zimanê kurdî bo nifşên nû xebatên girîng dide destpêkirin. Komele bi taybetî li ser hişmendiya ziman disekine û li dijî asîmîlasyonê ketiye nava liv û tevgerê.
Hevserokê Kurdî-Parêzê Abdurrahman Yalın, bal kişand ser dîroka qedexeyên li ser kurdî û diyar kir ku di avabûna Komarê de sozên jiyana hevpar hatine dayîn, lê ev soz nehatine bicihanîn. Yalın anî ziman ku:
“Îro di dibistanan de perwerdehiya îngilîzî, fransî û almanî tê dayîn, lê qedexekirina kurdî ku zimanê qedîm ê vê axê ye, nayê qebûlkirin.”
‘Ziman Dengê Gel e’
Yalın di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girêdana di navbera ziman û hebûnê de û got: “Her hebûnek xwedî dengekî ye. Dengê gelan jî zimanê wan e. Heke hûn zimanekî tune bikin, hûn wî gelî jî ji dîrokê radikin. Heke ziman tune be, nasname jî winda dibe.”
Yalın xebatên xwe yên li Dîlokê wekî “li hemberî qirika asîmîlasyonê, mevziyek ji bo ziman” pênase kir.
Atolyeyên Kurdî Li Taxan Belav Dibin
Ji ber astengiyên di pergala perwerdehiyê de, Kurdî-Parêz giranî dide atolyeyên ziman. Yalın ragihand ku ew dixwazin van atolyeyan li tax bi tax belav bikin û bang li gel kir ku xwedî li komele û zimanê xwe derkevin.
Banga Ji Bo Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê
Hevserokê komeleyê her wiha rexne li siyasetmedar û ronakbîrên Kurd jî girt ku di mijara xwedîderketina ziman de kêm dimînin. Yalın di dawiyê de destnîşan kir ku divê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê û ev yek wekî berpirsyariyeke dewletê bi nav kir.
/Çavkanî: MA/










