🔴DERSÎM (Nûpel) – Projeya madena kromê ya ku ji aliyê şîrketa Dimin Madencilik ve li navçeya Pulemoriyê ya Dersîmê tê plankirin, careke din kete rojevê. Gundiyên herêmê û parêzvanên xwezayê li dijî projeya ku dê yayla, mera û warên pîroz tune bike, bang dikin û dibêjin: “Em naxwazin axa me bê talankirin.”
Li gundên Gurik, Daxbeg, Panciras, Harşiye, Meçiye, Mezra Koyî û Aşkirege yên Pulemoriyê, projeya madena kromê ya ku berê bi berxwedana gel hatibû rawestandin, ji nû ve hat destpêkirin. Şîrketa navborî piştî ku serlêdana wê ya 2024’an hatibû betalkirin, careke din serî li Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê da.
Civîna ÇED’ê di 13ê Nîsanê de ye
Li gorî agahiyên dawî, Komîsyona Nirxandina Lêkolînê (İDK) dê di 13ê Nîsana 2026an de bicive. Di vê civînê de dê rapora Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) û krîterên taybet ên projeyê bên nirxandin.
Gundî: “Rîzaya me tune ye”
Muxtarê Gundê Aşkiregeyê, Baki Firat, bi bîr xist ku di sala 2024an de bi çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê wan nehiştiye şîrket gavê biavêje û wiha got:
“Şîrket dîsa dest bi hewildanan kiriye. Agahî dan me ku pêvajoya nirxandinê cardan hatiye destpêkirin. Lê em dibêjin; rizaya me tune ye! Heya îro me destûr neda, ji niha pê ve jî em ê nehêlin ku qadên me yên baweriyê, ziyaretgeh û xwezaya me bên rûxandin.”
20 Zozan û 12 Hezar Heywan di Bin Xetereyê de ne
Muxtarê Gundê Daxbegê, Ahmet Dogan, bal kişand ser zirara aborî û ekolojîk û destnîşan kir ku li herêmê nêzî 20 zozan (wek Zil, Gurik, Şîrîn, Kefir) hene. Dogan agahiyên girîng parve kirin:
• Aborî: Par li van yaylayan 12 hezar heywanên piçûk hatine xwedîkirin. Bi madenê re sewalkarî û mêşvanyarî (hingiv) dê biqede.
• Bawerî: Cihên pîroz ên mîna Buyer Ana û Kaniya Mezin di nav qada madenê de dimînin.
• Xweza: Cureyên riwekên endemîk û heywanên kêmpeyda dê ji ber xebatên madenê tune bibin.
Parêzvanên jîngehê û şîniyên herêmê amadehiya berxwedaneke nû dikin da ku nehêlin “talana kromê” li Dersîmê bibe sedema karesateke ekolojîk.

/Çavkanî Pîrha/









