🔴DERSÎM – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinên ku li Kolana Hunerê hatin bal hev, ber bi Qada Sey Rîza ve meşiyan. Jinên ku li Qada Sey Rîza civiyan, piştî axaftinan dest bi govendê kirin. Di pîrozbahiya bicoş de peyama ‘Aştiyê’ derket pêş.
Li Dersîmê jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolana Hunerê li hev civiyan. Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersîmê, jinan heta Qada Sey Rîza ya ku mîtîng lê dihat kirin meşiyan. Di meşê de pankarta “Li Dijî Hejmarî, Bêedaletî, Tundî û Şer, Ber bi Têkoşîna Rêxistinkirî ve” hat vekirin.

Bi sedan jinên di meşê de, her tim dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Gulistan Doku li ku derê ye” berz kirin. Piştî ku meş li Qada Sey Rîza bi dawî bû, mîtînga 8’ê Adarê dest pê kir. Di bernameya mîtîngê de pêşî metna ku Platforma Jinan a Dersîmê ji bo 8’ê Adarê amade kiribû hat xwendin:
PLATFORMA JINAN A DERSÎMÊ: EM Ê TÊKOŞÎNA JINÊ YA RÊXISTINKIRÎ MEZIN BIKIN
Elîf Yildiz a ku li ser navê Platforma Jinan a Dersimê axivî, di daxuyaniyê de diyar kir ku jin rûbirûyê şert û mercên giran ên kedê, xizanî, tundî û îstîsmarê dibin û ev îfade bi kar anîn:
“Berî 169 salan li New Yorkê, karkerên jin ên tekstîlê li dijî şert û mercên giran ên xebatê û mûçeyên kêm bi awayekî rêxistinkirî grevek pêk anîn. Îro em jî silavê li têkoşîna jinên ku di oxira ked, wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Em li dijî cudakarî, tundî, nehevî, mêtingerî û zextê dengê xwe bilind dikin.”

Yildiz destnîşan kir ku barê herî giran ê krîza aborî jin hildigirin û bal kişand ser zêdebûna bêkarî û bêewlehiyê: “Ji sedî 69’ê jinan bi mûçeyê herî kêm û di binê wê de dixebitin. Nebûna kreşên giştî û malên lênêrînê li pêşiya îstîhdama jinê dibe asteng. Jinên ku vê xizaniya kûr a ku heta hewcedariyên bingehîn ên wekî xwarin û stargehê jî nayên peyda kirin, herî zêde hîs dikin ew in.”
Di daxuyaniyê de jinên winda û cînayetên jinan jî hatin rojevê. Hat bibîrxistin ku çarenûsa xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Rêbendana 2020’an vir ve winda ye, hîn nehatiye eşkere kirin: “Biryara nehênî ya li ser dosyeyê nehatiye rakirin. Em ji Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de der barê kujeran de prosedurên pêwîst bide destpêkirin û civakê agahdar bike. Em jinan Gulistan Doku û Rojîn Kabaiş ji bîr nekir û em ê nedin ji bîr kirin.”
HEVSEROKA ŞAREDARIYA DERSÎMÊ BİRSEN ORHAN: 8’Ê ADARÊ JI BO ME JINAN MEŞA AZADIYÊ YE
Hevşaredara Şaredariya Dersîmê Birsen Orhan a ku qeyûm li şûna wan hatibû wezifedar kirin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em îro ne tenê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê hatin vir. Em hatin da ku têkoşîna jinên ku di dîrokê de li ber xwe dane berdewam bikin. 8’ê Adarê ji bo me jinan meşeke azadiyê ye. Jinan li malê, li zeviyê, li kolanê, li kargehê li ber xwe dan û hîn jî li ber xwe didin.”

Orhan di axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Heta têkoşîn hebe hêvî jî heye. Erê, em îro di vê qadê de dengê hemû jinên ku hatine qetilkirin, windakirin û vîna wan hatiye naskirin in. Em dengê mamosteya Fatma ya ku di polê de hat qetilkirin, ya Narîn a li Tavşantepeyê, ya Rojîn a li Wanê û ya Gulistan Doku ya li Dersîmê ne. Em dengê Dayika Halîse ne ku hestiyên kurê wê bi kargo jê re hatin şandin. Em dengê Dayika Taybet in ku cenazeyê wê li nîveka kolanê hat hiştin. Em dengê hemû jinên ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji xwe re kirine rêber û di zindanan û sirgûnan de li ber xwe didin in.”
PARLEMENTERA DEM PARTÎ YA DERSÎMÊ AYTEN KORDU: NIHA DEMA JINÊN BERXWEDÊR E
Parlementera DEM Partî ya Dersîmê Ayten Kordu, di axaftina xwe ya li mîtîngê de bal kişand ser têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan. Kordu destnîşan kir ku jinên Dersîmî çanda berxwedanê ya van axan dane jiyandin û got, “Tiştê ku Dersîmê dike Dersîm jin in. Bi ked, aqil û cîhana hestên jinê, em ê jiyaneke azad ava bikin.”
Kordu bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên ku li ser bedena jinê tên meşandin û diyar kir ku hêzên hegemonîk û rejîmên otorîter ên li herêmê jinan wek amûr bikar tînin: “Em ne destwerdanên emperyalîst û ne jî îktîdarên ku jinan li van axan tune dihesibînin qebûl nakin. Tenê rê komara demokratîk e.”
Mîtînga jinan a 8’ê Adarê ya li Dersîmê bi derketina ser dikê ya hunermend Zeynep Kiliç û ekîba wê berdewam kir. Mîtîng bi stranên Kiliç û govend û tîlîliyên jinan bi dawî bû.
/Çavkanî: Pîrha/










