🔴ŞIRNEX (Nûpel) – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyeke biwate hat lidarxistin. Jinan bi boneya 77’emîn salvegera rojbûna Ocalan, bi 77 meşaleyan agirê Newrozê geş kirin.
Meş û Şahiya Jinan
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, li ser Kolana Dagdibiyê bi beşdariya gelek jinan meşek hat lidarxistin. Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk cih girtin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiyê bûn, beriya meşê bi stranên kurdî govend gerandin û coşeke mezin nîşan dan.
77 Meşale û Agirê Azadiyê
Jinên ku 77 meşaleyên vêketî di destên xwe de hildigirtin, ber bi qada şahiyê ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên wekî “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Dema ku jin gihîştin qadê, bi fîşekên hewayî û bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Jinan li dora darên Newrozê yên hatibûn amadekirin xelekek çêkirin û bi meşaleyên di destên xwe de agirê Newrozê dadan.
Peyamên Berxwedanê
Di dema vêxistina agir de jinan peyamên girîng dan û wiha gotin:
“Newroz berxwedan e, têkoşîn e, serhildan e, mizgînî ye, azadî ye; şoreşa Bêrîvan û Bişengê ye. Bi ruhê Rehşanan û Zekîyeyan Newroz pîroz be! Dem dema azadiya jinê ye, dem dema Kurdan e, dem dema azadiya Rêber Apo ye. Newroza te pîroz be ey Serok Apo!”
Şahî piştî vêxistina agir, bi gerandina govendê ya li dora êgir û bi stranên şoreşgerî bi dawî bû.
/Çavkanî: MA/










