🔴BERLÎN (Nûpel) – Civaka Kurd a li Almanyayê, li Nûnertiya Eyaleta Baden-Württembergê ya li Berlînê bi beşdariya karbidestên hikûmetê, nûnerên partiyên siyasî û mêvanên kurdewar resepsiyoneke berfireh a Newrozê li dar xist.
Di pîrozbahiyê de Wezîra Perwerde ya Almanyayê Karin Prien beşdar bû û pesna daxwaz û berxwedana gelê Kurd da. Wezîr Prien diyar kir ku ew di bin bandora hêza Newrozê de maye û wiha got:
“Ez heyranê gelê Kurd im ku li Almanya û gelek welatên cîhanê ji bo azadî, mafên mirovan û mafê diyarkirina çarenûsa xwe li ber xwe didin. Tevî ku li Rojhilata Navîn şer gur bûye û Kurd zirarê ji van pevçûnan dibînin, ev hêz û hêvî her heye. Şiyana wan a pîrozkirina cejnê û baweriya wan a bi baştirbûna rewşê, rastiyeke hêjayî teqdîrê ye.”
Civaka Kurd wek pirekê dixebite
Civaka Kurd a li Almanyayê (KGD), di navbera hikûmeta Almanyayê û Kurdên li wir dijîn de wekî pirekê kar dike. Armanca sereke ya saziyê parastina ziman, çand û meşandina xebatên civakî û siyasî ye.
Serokê KGD’ê Elî Ertan Toprak bal kişand ser girîngiya parastina kevneşopiyên Kurdî û got:
“Divê em rê nedin dijminên me ku kevneşopî, daxwaza azadiyê û hêviya me bidizin. Ev çalakî nîşan didin ku gelê Kurd yek e. Em mil bi mil rawestiyane; hûn nikarin me bişikînin.”
Peyamên ji çar parçeyên Kurdistanê
Di resepsiyonê de ji parçeyên cuda yên Kurdistanê jî peyamên berxwedanê hatin dayîn.
• Behroz Yensarî (Rojhilat): “Newroz cejna serhildan û berxwedanê ye. Şert û merc çi dibin bila bibin, Kurd serî natewînin. Bi sedan sal in êrîşî me dikin, me dikujin, lê nekarîn me tune bikin.”
• Xenzad Xalid Heyder (Êzidî): “Em Kurd di demên şer de jî naherfîn, em bi hêz in. Ev Newroz dê ji bo me bibe destpêkek nû.”
Di dawiya bernameyê de karbidestên Alman piştgiriya xwe ya bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan nû kirin û destnîşan kirin ku divê daxwazên rewa yên Kurdan werin piştgirîkirin.
/Çavkanî: Rûdaw/










