Li Baxçeyên Hewselê Kevneşopiya Dehlvaniyê

🔴AMED (Nûpel) – Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ne, bi dehlên xwe yên navdar tên naskirin. Malbatên ji navçeya Paloya Xarpêtê ku bi dehan salan e li van baxçeyan karê dehlvaniyê dikin, ji Nupel TV re behsa hûrguliyên pîşeya xwe û giringiya dehlvaniyê kirin.

Ji Sûrê Ber Bi Hewselê Ve Ked û Hewldan

Kedkarên dehlan ên ji gundên cuda yên Paloyê, bi ezmûnên xwe yên salan axa Hewselê dixemilînin. Selahattîn ê ku ji gundê Hûnekrekê ye, diyar kir ku ew pêvajoyê bi ajotina erdê ya bi traktorê dest pê dikin. Selahattîn bal kişand ser teknîka çandiniyê û got: “Piştî amadekirina axê, em çiqilên dehlan ên ku nû li ber çitikan dane, diçînin.”

Mihemedê ji gundê Hatekê (gundê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê girtî Selahattin Demirtaş) jî li ser xurtkirina daran agahiyên balkêş dan. Mihemed destnîşan kir ku “terişandina” (lêxistina qalikên zêde an birînên taybet) qurmê daran, dihêle ku dar hîn rasttir û xurtir mezin bibe. Li gorî gotina hilberîneran, darên dehlan di nav 5-6 salan de digihîjin qonaxa birînê û dibin darên pîşesaziyê.

Hilberînerên Dehlan diyar kirin ku ji ber barîna zêde îsal avhewa nahêle ew karê xwe birêkûpêk bikin.

Kedkarên çanda dehlvaniyê ji bo kesên ku dixwazin dehlan biçînin, van şîretan dikin:

1. Dema Çandinê:

Dema herî guncaw dawiya payîzê an jî destpêka biharê ye. Ji bo herêma Amedê, dema herî ewle meha Adar û Nîsanê ye.

2. Hilbijartina Cîh û Axê:

• Av: Dehl darên “avxur” in; lewma qeraxên çeman û erdên ku ava wan zêde ne, ji bo wan îdeal in.

Ax: Divê ax kûr, dewlemend û bi tîpê kîl-qûm be. Divê ji axên pir şor û kirecî dûr bisekin.

3. Teknîka Çandinê:

Çal: Divê çal bi kûrahiya 50-60 cm werin kolandin.

Navber: Heke ji bo sînoran be 2-3 metre, lê heke ji bo pîşesaziyê be divê bi navberên 4×4 an 6×6 metre werin çandin.

Ava Heyatê: Piştî çandinê, ji bo girtina valahiyên hewayê, divê tavilê ava canê were dayîn.

4. Lênihêrîn û Hişyarî:

Avdan: Di 2-3 salên pêşîn de, bi taybetî di havînê de divê avdan bi rêkûpêk be.

Meqeskirin/Terişandin: Ji bo qalîteya dar, divê çiqilên jêrîn werin jêkirin, lê serê darê (tepe) qet nayê jêkirin.

Hişyarî: Ji ber ku rehên dehlan pir bi hêz in, divê herî kêm 10-15 metre ji bingehên avahiyan û boriyên kanalîzasyonê dûr werin çandin.

 

 

 

Van jî bibîne

 

Li Kanîreşê li Dijî Projeyên Jeotermalê Çalakî: ‘Em Rê Nadîn Talankirina Xwezayê’
Mizgîniya Biharê Li Serê Çiyayên Kurdistanê: Ribês Derketin Ser Dezgehan

Nûçeyên Sereke