🔴Nûpel – Li navçeya Kepezê ya Antalyayê, di encama şewateke ku nîvê şevê di konteynerekê de derket, jineke Sûriyeyî ya ducanî û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 4 kesên din jî birîndar bûn.
Şewat nîvê şevê dest pê kir
Bûyer li Taxa Gazîlerê ya navçeya Kepezê, derdora saet 01:30î de qewimî. Li gorî agahiyan, bi sedemeke nediyar agir bi konteynereke ku malbateke Sûriyeyî tê de dima ket. Li ser agahdarkirina şahidan, tîmên agirkuj, cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tevî midaxeleya bilez a tîman jî, karesatê encameke giran li pey xwe hişt.
Piştî ku agir hat vemirandin, tîman di hundirê konteynerê de cenazeyên 6 kesan dîtin. Hat piştrastkirin ku kesên canê xwe ji dest dane ev in:
Leyle Elelî (27 salî, ducanî)
Muna Ehmed (9 salî)
Fatma Ehmed (8 salî)
Heyat Ehmed (7 salî)
Îman Ehmed (5 salî)
Mehmûd Ehmed (4 salî)
4 birîndar di bin dermankirinê de ne
Ji ber dûmana şewatê 4 kes bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê. Navên birîndaran wiha ne:
Şewah Ehmed (29)
Mehmûd Ahmed (53)
Ehmed Ehmed (2)
Rahman Genç (51 – xwediyê kargehê)
3 kes hatin desteserkirin
Parêzgarê Antalyayê, Hulusî Şahîn, derbarê şewatê de daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin. Şahîn ragihand ku 3 kes têkildarî bûyerê hatine binçavkirin.
Derbarê sedema şewatê de Parêzgar got: “Heta niha sedem ne diyar e. Li derve sobeyek heye ku agir hatiye pêxistin; dibe ku agir venemirandibin û raketibin, lê lêkolînên me berdewam dikin.”










