Li Amedê Newroza 2026’an: Bi Deh Hezaran Kes Ji Bo Azadî û Aşitiyê Li Qadan Bûn

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Li Newroz Parka navçeya Rezika Amedê, pîrozbahiyên Newroza 2026an bi beşdariya deh hezaran kesî bi rê ve çû. Di pîrozbahiyê de ku bi şiyara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hat lidarxistin, peyamên girîng ên siyasî, bîranînên biêş û daxwazên ji bo aştiyeke mayînde derketin pêş.

Agirê Newrozê û Bîranîna Kemal Kurkut

Bernameyê bi bîranîna Kemal Kurkut dest pê kir, ku beriya 9 salan di heman qadê de hatibû qetilkirin. Piştî rêzgirtinê, agirê Newrozê bi coşeke mezin hat vêxistin. Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê naskirî Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’yê Gulana 2025an de jiyana xwe ji dest dabû, bi nîşandana sînevîzyonê hat bîranîn û gel bi dirûşman wefaya xwe nîşan da.

Leyla Zana: ‘Dora Siyaseta Kurd e’

Siyasetmedar Leyla Zana, tevî barana dijwar di axaftina xwe de bal kişand ser vîna gel û wiha got:

“Gelê Kurd bi rawestina xwe peyama xwe da siyasetmedaran. Em yek in, Kurd in. We wezîfeya xwe bi cih anî, niha dor di siyaseta Kurd de ye ku bi fermî wezîfeya xwe pêk bîne.”

Zana her wiha bang li hikûmetê kir ku daxwazên gel bi cih bîne û destnîşan kir ku gel dixwaze Abdullah Ocalan di Newrozê de li qada Amedê bibîne.

Peyamên Yekîtiyê Ji Kurdistanê

Di pîrozbahiyê de peyamên girîng ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin xwendin:

Abdullah Ocalan: Di peyama xwe de bang kir ku sala 2026an bibe “saleke rastîn a azadiyê” û nehêlin Rojhilata Navîn bibe qada şerê hêzên hegemonîk.

Nêçîrvan Barzanî: Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir ku dabînkirina aştiyê li Tirkiyeyê wezîfeyeke dîrokî ye û ew ji bo her cure hevkariyê amade ne.

Bafil Talabanî: Serokê YNK’ê bi xîtaba “Silav Serok” Newroza Ocalan pîroz kir û peyama “Em ê bernameyê bi hev re temam bikin” da.

Îlham Ehmed: Bang li gelê Kurd kir ku yekîtî û piştgiriya xwe xurt bikin.

Coşa Hunerî û Vegera Agirê Jiyan

Aliyê hunerî yê Newrozê jî pir dewlemend bû. Koma navdar Agirê Jiyan piştî navbereke 23 salan derket ser dikê û strana “Rahşan” bi xwişka Rahşan Demirel re xwend. Hunermendê ji Duhokê Alend Hazim, Dilan Top, Erkan Top û Zinar Sozdar bi stranên xwe girse heta saetên êvarê bi govendê coşandin.

Banga Ji Bo Veguherîna Demokratîk

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang li desthilatdarî û muxalefetê kir ku “hiqûqa aştiyê” ava bikin û deriyên veguherîna demokratîk vekin. Her wiha siyasetmedar Ayla Akat Ata silavên xwe ji jinên cîhanê re şand û girîngiya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dubare kir.

Pîrozbahî bi “Govenda Azadiyê” ya bi hezaran kesî bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Li Helebê Piştî Ahenga Newrozê Êrîşî Kurdan Hat Kirin
Leyla Zana li Amedê: ‘Gel dixwaze serokê xwe li vir bibîne’

Nûçeyên Sereke