🔴AMED (Nûpel) – Li Komeleya Wêjekarên Kurd, merasîma şînê ya ku ji bo helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî hatibû destpêkirin, di roja duyem de bi beşdariyeke mezin berdewam dike.
Bi pêşengiya saziyên ziman, huner û wêjeya Kurdî (wek PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, YEW Kurd, MED-DER, Ma Music, Wêjegeh û Enstîtuya Kurdî), ji bo nivîskar û helbestvanê giranbiha Ehmed Huseynî li Amedê şîn hate danîn. Saziya navborî ji bo qebûlkirina sersaxiyan bûye rawestgeha hezkiriyên wêjeya Kurdî.

Helbest hatin xwendin, dia hatin kirin
Di roja duyem a merasîmê de, hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan, hevserokên şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengiz Dundar, hevserokê Dem Partiyê yê Amedê Abbas Şahin, Dayikên Aştiyê, Navenda Çanda Dîcleyê, Kased, gelek nivîskar, hunermend, nûnerên saziyên sivîl û hezkiriyên wî berê xwe dan komeleyê. Beşdaran ji bo giyanê Huseynî dia û niyazên xwe pêşkêş kirin û xemgîniya xwe anîn ziman.

Di merasîmê de atmosfereke xemgîn û watedar hebû. Nivîskaran ji bo bîranîna xebat û keda wî, çendîn helbestên wî yên navdar xwendin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Ehmed Huseynî bi pênûsa xwe ya xurt di wêjeya Kurdî de şopeke mezin hiştiye û dê berhemên wî her tim di dilê gel de bijîn.










