🔴AMED (Nûpel) – Heykeltiraşê îranî Babek Sobhî ku di sala 2006an de li Parka Sumerê ya Amedê mezintirîn xebata rolîefê ya Rojhilata Navîn çêkiribû, balê dikşîne ser rewşa nebaş a berhemê. Destana Gilgamêş ku li ser 240 metreçargoşe hatibû neqşandin, bi demê re ber bi xerabûnê ve diçe.
Heykeltiraş Babek Sobhî, ku piştî sala 1990î li Tirkiyeyê bi cih bûye û demeke dirêj li Zanîngeha Bilgiyê ders dane, di sala 2006an de bi xebateke bêhempa Destana Gilgamêş anîbû ser axa Mezopotamyayê. Ev berhem ku 2 metre bilind û 120 metre dirêj e, weke yekemîn xebata ku hemû sehneyên destanê bi temamî nîşan dide tê naskirin.
“Çavkaniya Destanê Ev Ax e”
Sobhî di dema çêkirina berhemê de destnîşan kiribû ku wî li Asya û Ewropayê lêkolînên berfireh kirine û li Îranê gihîştiye çavkaniyên resen ên Sumerî. Sobhî sedema hilbijartina Amedê wiha anîbû ziman:
“Gilgamêş lehengê ku li pey nemirî û azadiyê ye. Ev proje li her derê nedihat çêkirin. Ne li Antalya ne jî li Enqereyê… Diviyabû li ser axa Mezopotamyayê biba, loma Amed ji bo vê berhemê cihê herî guncan bû.”
Hunereke li Dijî Sîstema Serdest
Hunermend Sobhî diyar kiribû ku Gilgamêş sembola berxwedana li dijî sîstemên ku jiyana mirovan ji bo berjewendiyên xwe diguherînin e. Li gorî Sobhî, çêkirina vê berhemê li Amedê, ku navenda daxwazên nasname û azadiyê ye, wateyeke dîrokî hildigire. Sobhî dibêje: “Gilgamêş li dijî sîstemên ku rengê kincên me û şêwazê jiyana me ferz dikin e. Ew dibêje: ‘Ez li gorî daxwaza we nagerim, ez bi xwe diguherim’.”
Bandora Zerdeştî û Çanda Şîe ya li Ser Hunerê
Sobhî balê kişandibû ser pêşketina hunera peykeran li Îranê û destnîşan kiribû ku li wir şaredarî piştgiriyeke mezin didin hunerê. Her wiha diyar kirbû ku ji ber koka dîrokî ya Zerdeştiyê û nêzîkatiya mezheba Şîe (ku weke ya Elewiyan hinekî azad e), hunera dîtbarî û plastîk li Îranê ji gelek welatên îslamî pêşketîtir e.
Banga Ji Bo Parastina Berhemê
Ev berhema ku li ser metalekî daîreyî hatiye avakirin û di ortê de peykerê du kevokan hebûn (niha ew peyker tune) ku bilindahiya wan 7 metre bû, îro bi xetereya xirabûnê re rû bi rû ye. Parçeyên seramîk û fîgurên ku bi keda mehan a bi dehan xwendekaran hatine çêkirin, li benda restorekirin û xwedîderketinê ne.











