🔴AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û kooperatîfên veguhestina giştî protokoleke nû îmze kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di veguhestina giştî de protokoleke nû îmze kir. Bi vê protokola ku bi kooperatîfên Otobusên Gel ên Taybet re hatî çêkirin, mafê welatiyan ê ji bo veguhestineke bi konfor û ewle hat parastin.
Li gorî vê protokolê:
Cudahiya bihayê kartên bêperte û bi daxistin, dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bê dayîn.
Ji 1ê Hezîrana 2026an pê ve, dayîna dravê neqdî (bi destan) bi temamî tê rakirin.
Dê xalên nû yên dagirtina kartan werin avakirin û serîlêdana “karta 2-siwarî” ya yekcarî bikeve meriyetê.
Ji bo şofêrên jin, herî kêm %20 (ji sedî bîst) kotaya şofêrtiyê hat veqetandin.
/Çavkanî: MA/










