🔴AMED (Nûpel) – Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê û pîrozbahiyên Newrozê re, li Amedê li berber û kuaforan qerebalixiyeke zêde heye. Welatiyên ku dixwazin bi amadekarî pêşwaziya her du cejnan bikin, berê xwe dane salonên porbirînê û berber jî heta saetên derengiya şevê dixebitin.
Du Cejn û Yek Amadekarî
Îsal ji ber ku dawiya meha Remezanê û pîrozbahiyên Newrozê li hev rast hatine, li bajêr amadekarî du qat zêde bûne. Digel germbûna hewayê, welatî hem ji bo kirîna cil û bergan derdikevin navenda bajêr û hem jî ji bo hênikbûn û xweşikbûnê berê xwe didin berberan.
Mesaiya Berberan Heta Sibeha Cejnê Berdewam Dike
Esnafên ku di saetên serê sibê de dest bi kar dikin, diyar dikin ku ew heta derengiya şevê li ser piyan in. Li gorî daxuyaniyên berberan, ev qerebalixî wê di roja arefeyê de bigihîje asta herî bilind û deriyên salonan dê heta dema nimêja cejnê ji bo muşteriyan vekirî bin.
Pergala Randevûyê

Gelek welatî ji bo ku di dorê de nesekinin, bi pergala randevûyê diçin traşê. Ridvan Emre ku dikanê wî li cadeya Emekê ya taxa Mewlana Xalid a Rezika Amedê ye bal kişand ser zêdebûna kar û got:
“Ev 25 sal in li Amedê ez aktîf berberiyê dikim. Mîna her sal, îsal jî beriya cejnê serê me gelekî qerebalix e. Em bêtir bi pergala randevûyê dixebitin da ku em karibin xizmeteke baştir bidin muşteriyên xwe. Roja erefeyê ev qerebalixî hîn bêtir dibe. Îsal Newroz û Îd bi hev re tên pîroz kirin, ji ber vê jî karê me li gor her gavê bêtir zehmet e. Em hetanî sibehê jî mecbûr di xizmeta mişteriyên xwe de bin”

Berberê bi navê Cîhan jî dibêje, em him xwe him mişteriyan traş dikin, carna dibe ku em wextê nebînin traş jî bibin. Berber Cîhan destnîşan kir ku gelê me hez dike karên xwe bihêle roja dawî û wiha got:
“Tevgera me beriya çend rojan dest pê kir, lê roja arefeyê dinya li ser hev e. Karê me îro 4-5 qat zêde ye. Dibe ku heta sibeha cejnê jî em bixebitin.”










