🔴AMED (Nûpel) – Arîn Hatamiya, welatiya ji Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatibû Amedê, cuzdana xwe winda kir. Hatamiya ji Nûpelê re diyar kir ku nasname û belgeyên wê yên girîng di nav cuzdanê de ne û daxwaza alîkariyê kir.
Arîn Hatamiya ku hemwelatiya Almanyayê ye, ji bo beşdarbûna Newroza mezin a Amedê hatibû Bakurê Kurdistanê. Hatamiya derbarê bûyera windabûna cuzdana xwe de wiha got:
“Piştî ku em ji qada Newrozê veqetiyan, em li taksiyekê siwar bûn. Dema em li navçeya Sûrê daketin, min ferq kir ku cuzdana min li ba min nîne.”
‘Ez Mexdûr Bûme’
Hatamiya da zanîn ku di nav cuzdanê de nasname, pere û gelek belgeyên wê yên girîng hene û got: “Ez gelek mexdûr bûme. Daxwaz dikim ku kî dîtibe, ji kerema xwe bigihîne min. Ji ber ku dema min a vegerê kêm maye, ez di rewşeke zehmet de me.”
Arîna diyar kir ku li ser medya civakî rastî êriş û heqaretên bê ehlaqî tê kirin û got: “kurd xwedî ehlaq in, di rewşeke wisa de dijûn û çêrî jineke kurd ne însanî û ne jî ehlaqî ye”
Pirsgirêka Vegerê û Bangawazî
Arîn Hatamiya destnîşan kir ku her çend pasaporta wê li ba wê be jî, ji ber windabûna belgeyên din û pereyên wê, ew ê rastî astengiyan bê. Hatamiya got:
“Ez ê îro ji bo karên fermî biçim konsolosxaneyê da ku bikaribim vegerim. Dema min nemaye ku ez li vir bimînim û pereyê min jî tune ye. Dibe ku di dema derketinê de pirsgirêk ji bo min derkevin.”
Hatamiya bang li gelê Amedê û şofêrên taksiyan kir ku di dîtina cuzdana wê de alîkar bin.
Xortekî kurd ê bi navê Kardo Rojhilat jî li ser hesabê xwe yê medya civakî bangewazî ji bo gelê Amedê kir û got: “Kî çante dîtibe bila xwe bighîne keçikê”









