Li Almanyayê Êrişa Çekdarî: 2 Kurdên ji Dersîmê Hatin Kuştin

Nûçe

🔴Li bajarokê Raunheimê yê nêzîkî Frankfurtê, di encama êrişeke çekdarî de du kesên bi navê Nîhat Karakaya û Kenan Guleç jiyana xwe ji dest dan.

Nûpel – Li Almanyayê, li bajarokê Raunheimê ku dikeve nêzîkî Balafirgeha Frankfurtê, bûyereke biêş qewimî. Şeva borî derdora saet 03:45an de, li mekanekî bi navê “Bistro Bauri” êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama vê êrişê de du welatiyên Kurd ên ji Dersîmê hatin kuştin.

Hûrguliyên Bûyerê

Li gorî agahiyên ku ji medyaya Almanî û çavkaniyên herêmî hatine girtin, êrişkarekî ku rûyê xwe nixumandibû, bi zorê ketiye hundirê bistroya ku wê demê girtî bû. Êrişkar rasterast çûye ser maseya Nîhat Karakaya (60) û gule lê reşandine. Karakaya li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Hevalê wî Kenan Guleç (35), ê ku di wê kêliyê de li cem Karakaya bû, hewl da midaxeleyî êrişkar bike da ku rê li ber kujer bigire. Lê belê ew jî bû armanca guleyan û tevî hemû hewldanên bijîşkî, wî jî jiyana xwe ji dest da.

Îdiaya “Xwîndariyê”

Rojnameya navdar a Almanyayê Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) û gelek dezgehên din ên nûçeyan ragihandin ku polîs li ser îhtîmala “xwîndariya di navbera malbatan de” disekine. Her çend rayedarên fermî hîn daxuyaniyeke teqez nedabûn jî, lêpirsîn li ser vê gumanê tê meşandin.

Operasyoneke Berfireh Hat Destpêkirin

Kujer piştî êrişê bi peyatî ji cihê bûyerê reviya. Polîsê Almanyayê ji bo girtina kujer operasyoneke mezin da destpêkirin û di lêgerînê de helîkopter jî hatin bikaranîn.

Dozgerî û tîmên lêkolîna cihê bûyerê derdora bistroyê girtine û lêkolînên wan ên li ser nasnameya êrişkar û têkiliya wî bi qurbaniyan re berdewam dikin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Li Îran û Rojhilat: Di Pîrozbahiyên Çarşema Sor de 72 Kes Birîndar Bûn
Wezîrên karên derve yên Îran û Azerbaycanê bi telefonê axivîn

Nûçeyên Sereke