Komîteya Newrozê ya Amedê Bang Li Mîlyonan Kir: ‘Em li Amedê Agirê Azadiyê Geş Bikin’

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ya sala 2026an, têkildarî pîrozbahiyên îsal daxuyaniyek da çapemeniyê. Komîteyê bal kişand ser pêvajoya siyasî ya heyî û bang li hemû gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê bicivin.

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, bi daxuyaniyekê bername û peyama Newroza 2026an bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser geşedanên li Rojhilata Navîn, berxwedana Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya nû ya ku li Tirkiyeyê di rojevê de ye.

‘Ruhê Yekîtiya Neteweyî û Parastina Destkeftiyan’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelên Rojhilata Navîn û Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû ne û wiha hat gotin:

“Li ser vê axê şer û wêranî berdewam dike. Lê li hemberî van êrîşan, li Rojava destkeftiyên mezin bi berxwedana rêxistinkirî hatine afirandin. Îro wezîfeya me ya sereke parastin û berfirehkirina van destkeftiyan e ku bi ruhê yekîtiya neteweyî pêkan e.”

Bal Kişandin Ser Pêvajoya 27ê Sibatê

Komîteyê di berdewamiya daxuyaniyê de qala “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” kir ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê şert û mercên Birêz Ocalan werin baştirkirin:

“Birêz Ocalan sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Ji bo ku ev berpirsiyariya dîrokî bi ser bikeve, divê zemînek bê amadekirin ku ew bikaribe di şert û mercên azad de bixebite. Her wiha divê rêziknameyên yasayî yên di Rapora Meclîsê de cih digirin, demildest werin bicîhanîn.”

‘Amed Amade ye ku Mîlyonan Bihewîne’

Têkildarî pîrozbahiya mezin a li Amedê, komîteyê diyar kir ku amadekarî di asta dawî de ne û wiha bang kir:

Dîrok: 21’ê Adarê

Cih: Qada Newrozê ya Amedê

Mebest: Silavkirina aştiyê, yekîtiya neteweyî û azadiyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku îsal Newroz dê bibe wesîleya yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê: “Newroz ji bo kesên koletiyê ferz dikin, bersiva herî mezin a azadiyê ye. Em di serî de jin û ciwanan, hemû gelê xwe vedixwînin ku li Qada Newrozê ya Amedê govendê bigerînin û têkoşîna demokrasiyê xurt bikin.”

Daxwiyaniya Komîteyê Wisa Ye

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE

 Gelên Rojhilata Navîn û Kurd bi politikaya înkar û îmhayê ku bi sedselan e berdewam dike re rû bi rû ye. Ev axên ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî hewl didin li gorî berjewendiyên xwe biguherinîn, her roj ji şer û wêraniyê re şahidiyê dikin.Ev êrîşên ku azadî, wekhevî û yekîtiya gelan hedef digre, dibe sedema qetla bi sedan mirovan.

Qada ku herî zêde êriş lê hatiye meşandin jî Rojava ye. Gelê Rojava destkeftiyên xwe afirandine û bi biryardariyeke mezin ew parastine. Gelê rojava Tevî hemû hesabên herêmî, destkeftiyên girîng bi dest xistine. Bê guman, hêza yekane ku van destkeftiyan gengaz kiriye, dînamîzma ku ji hêla berxwedana rêxistinkirî ya gel ve hat afirandin e. Tiştê ku îro divê were kirin, ev e ku bi ruhê yekîtîya neteweyî van destkeftiyan werin parastin û bêtir werin berfirehkirin.

Tevî ev pêşketinên ku li ser asta herêmî diqewimin, li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke dîrokî berdewam dike. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin, pêşketinên girîng bi dest xistiye û îro gihîştiye xalên diyarkirî. Ji bo me ya girîng ew e ku em xeteke têkoşînê pêş bixin, da ku pêkanîna vê berpirsiyariya dîrokî ya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye girtin hêsantir bibe.

Tevî meşandina vê têkoşînê,erka me ye ku em zemîneke peyda bikin ku Birêz Ocalan bikaribe tê de bixebite û pêvajoyê di şert û mercên azad de birêve bibe. Baştirkirina şert û mercên Birêz Ocalan, ku sermuzakerevanê pêvajoya veguherîna demokratîk e, Ji hela pêvajoya heyî ve hem ji bo me û hem jî ji bo gel daxwazek girîng e. Herwiha, bicîhanîna bilez a rêziknameyên yasayî yên ku di Rapora meclîsê de hatine destnîşankirin, ku pêdiviyên pêvajoyê destnîşan dike, ji bo pêşîgirtina li her cure astengiyan pir girîng e.

Tevî van hemû pêşveçûnan,em xwe ji bo Nevroza 2026an amade dikin. Heta niha, li gelek herêman, gel hatina biharê pîroz kir û li dora agirê newrozê bûn yek. Em ji niha ve kêf û coşa Cejna Newrozê ku dê di 21ê adarê de li Amedê bi beşdariya milyonan kesan were pîroz kirin dijîn. Em dizanin ku wekî her sal, dê îsal jî bi mîlyonan kes qadan tije bikin û bi germahiya agirê newrozê Birêz Ocalan silav bikin.

Di heman demê de em bawer dikin ku em ê vê newrozê ji bo gelê kurd veguherînin bihareke hevpar. Em ê li her çar perçeyên Kurdistanê bi ruh û hişmendiya yekîtiya neteweyî cejna newrozê pîroz bikin. Çar parçeyên Kurdistanê dê di pîrozbahiyên newrozê de bibin yek. Ji ber ku newroz, li dijî kesên ku koletiyê ferz dikin geşkirina agirê azadiyê ye.

Bi salan e gelê Kurd ku nasname, hebûn û çanda wî li her çar perçeyên Kurdistanê dihat înkarkirin, li dora agirê Newrozê li hev civiya û bi berfirehkirina berxwedana xwe ya civakî gihîştiye vê astê.

Em ji bo mezinkirina govenda azadiyê di serî de jin û ciwan tevahiya gelan vedixwînin cejna newrozê ya ku em ê li Amedê li dar bixin. Bi rihê neteweya demokratîk û yekîtîyê, em banga berfirehkirina jiyana azad a gelê Kurd dikin. Em hemû gelê xwe yê ku ji bo wekhevî û azadiyê bang dike, ji bo xurtkirina têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê vedixwînin Qada Newrozê ya Amedê.

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Baroya Dersîmê li dijî madenkariya kromê ya li Çiyayê Helê doz vekir
Tûrnûvaya Futbolê ya Navxweyî ya Nav Saziyan dest pê dike

Nûçeyên Sereke