Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Salih Mislim peyama sersaxiyê weşand

NûçeUncategorized

🔴AMED (Nûpel) – Komeleya Wêjekarên Kurd, ji bo wefata siyasetmedarê kurd Salih Mislim peyamek parve kir û diyar kir ku koça wî ji bo gelê Kurd windabûneke mezin e.

Komeleya Wêjekarên Kurd, li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî (X) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komeleyê di peyama xwe de xemgîniya xwe ya ji ber koça dawî ya Salih Mislim anî ziman û bal kişand ser ked û xebata wî ya ji bo welat.

Di daxuyaniya Komeleya Wêjekarên Kurd de hat gotin:

“Em dilgiran ku me xebera koça dawî ya Salih Mislim bihîst. Koçkirina mirovekî vê axê yê ku temenê xwe di oxira keda welatê xwe de bihurandiye, ji bo me windabûneke giran e.”

Komeleyê di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbat, gelê Rojava û tevahiya gelê Kurd re xwest.

Van jî bibîne

 

Rêxistina Demokratîk a Yarsanê: Em di nav Hevpeymaniya Kurdistaniyan de nehatin qebûlkirin
Mezlûm Ebdî: Salih Muslim Pêşengekî Mezin ê Têkoşîna Azadiyê bû

Nûçeyên Sereke