AMED – Komeleya Şêx Seîd, di 101’emîn salvegera serhildana 1925’an de daxuyanî da çapemeniyê. Komeleyê bal kişand ser polîtîkayên “îmha û înkarê” û daxwaz kir ku arşîvên dewletê bên vekirin û cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bên eşkere kirin.
Komeleya Şêx Seîd, bi munasebeta 13’ê Sibata 1925’an, roja ku wekî destpêka pêvajoya serhildanê tê qebûlkirin, daxuyaniyek da çapemenî û raya giştî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî sedsalek di ser re derbas bûye jî, bandora van bûyeran li ser civakê û dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hîn jî didome.
“Xala Şikestinê ya Dîrokê”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyerên 1925’an di dîroka Komara Tirkiyeyê de wekî xaleke girîng a şikestinê tê dîtin. Komeleyê destnîşan kir ku ev pêvajo di çarçoveya têkiliyên dewlet-civakê, navendîbûnê û nasnameya etnîkî de xwedî cihekî taybet e û wiha hat gotin:
“Lêkolînên akademîk ên li ser sedem û encamên van bûyeran, avahiya siyasî û civakî ya wê demê bi zelalî radixe ber çavan.”
Banga Ji Bo Zelalbûnê: Arşîvên TBMM’ê
Komeleyê di daxuyaniya xwe de bang li rayedaran kir ku ji bo ronîkirina rastiya dîrokî gavên berbiçav bên avêtin:
- Pêdivî ye ku hemû belge û tutanakên îfadeyan ên di arşîvan de bên vekirin.
- Tomarên dadweriyê û bi taybetî arşîvên TBMM’ê ji bo lêkolîner, dîroknas û hiqûqnasên serbixwe bên amadekirin.
- Zelalbûna zanistî dê bibe xizmeta derketina rastiya dîrokî.
“Cihê Goran Berpirsiyariyeke Mirovî Ye”
Yek ji daxwazên herî girîng ên daxuyaniyê tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û 47 hevalên wî bû. Komeleyê ev daxwaz wekî “erkeke mirovî û wijdanî” pênase kir û got:
“Tespîtkirin û parvekirina cihê goran bi raya giştî re, di rêya avakirina aştiya civakî û pêşerojeke hevpar de gaveke pir bi qîmet e.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevrûbûna bi dîrokê re ji bo aştiya civakî û demokrasiyê hewcedariyeke bingehîn e û hat gotin: “Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê dê berdewam bike.”
Daxwiyaniya wisa ye:
JI BO ÇAPEMENÎ U RAYA GIŞTÎ
13’ê Sibata 2026’an
Tam 101 sal berê, di 13’ê Sibata 1925’an de li Pîronê bûyerek qewimî û di encamê de Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin. Piştî pêvajoya darizandinê, di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatin darvekirin.
Bûyerên sala 1925’an, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yek ji xalên herî girîng ên şikestinê tên qebûlkirin. Ev pêvajo; di çarçoveya têkiliyên dewlet-civakê, polîtîkayên navendîbûnê, nîqaşên nasnameya etnîkî û sepanên hiqûqî de, di dîroknivîsiyê de bi perspektîfên cuda hatiye nirxandin. Lêkolînên akademîk ên li ser sedem, geşedan û encamên van bûyeran, avahiya siyasî û civakî ya pir-tebeqe ya wê demê bi zelalî radixe ber çavan.
Banga Vekirina Arşîvan û Zelalbûnê
Tevî ku sedsalek di ser re derbas bûye, bûyera 1925’an hîn jî ji aliyê dîrokî, civaknasî û siyasî ve tê nîqaşkirin. Mixabin polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê di roja me ya îro de jî berdewam dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û giştî bê nirxandin:
- Belge û tûtanaqên îfadeyan ên arşîvê,
- Tomarên dadweriyê,
- Bi taybetî arşîvên TBMM’ê û hemû belgeyên fermî yên têkildar;
Divê ji bo dîroknas, hiqûqnas û lêkolîneran bi kapasîteya tam bên vekirin. Ev gava ku dê di çarçoveya prensîbên zelalbûn û gihîştina zanistî de bê avêtin, dê bibe xizmeta derketina rastiya dîrokî û kurbûna xebatên akademîk.
Aştiya Civakî û Hevrûbûn
Hevrûbûna Tirkiyeyê bi dîroka xwe re û nirxandina bûyerên borî bi perspektîfeke piralî, hewcehiya bingehîn a gihîştina demokratîk û aştiya civakî ye. Bi armanca xurtkirina hafizeya civakî û pêşxistina têgihiştina hevdu, em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyên “helalkirin” û “hevrûbûnê” berpirsiyariyeke dîrokî ne.
Daxwazeke Mirovî: Tespîtkirina Cihê Goran
Her wiha, em daxwaza xwe ya ji bo tespîtkirin û parvekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bi raya giştî re nû dikin. Bicihanîna vê daxwazê, hem hewcedariya nirxên mirovî û wijdanî ye, hem jî di rêya avakirina aştiya civakî û pêşerojeke hevpar de gaveke pir bi qîmet e.
Nirxandina demboriyê bi nêzîkatiyeke objektîf, piralî û akademîk; ji bo pêşketina hişmendiya dîrokî, diyaloga civakî û kokdayîna çanda demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê dê berdewam bike.
Bi rêz û hurmet.
Komeleya Şêx Seîd







