🔴AMED (Nûpel) – Komeleya Şêx Seîd, bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand. Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser keda jinên Kurd di dîrokê de û bi taybetî jinên ku di berxwedana 1925’an de cih girtine bi bîr anîn.
Komeleya Şêx Seîd, bi peyamekê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Kurd di rûpelên dîrokê yên herî dijwar de bi ked, fedaqarî û wêrekiya xwe şopeke mezin hiştine.
“Mîrateya Têkoşînê ya 1925’an”
Komeleyê di peyama xwe de cih da navên jinên qehreman ên ku di serdema 1925’an de li dijî mercên giran li ber xwe dane. Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Em jinên şehîdên azadiyê yên ku di mercên giran ên berxwedana 1925’an de bi canfedayî têkoşîn dane; hevjîna Yado Têli Xatûn, Gurêxana Mirrî, dayika Kol-axasî Kerem Cewê Xatûn, Derdê Mîro, Asiye, Sînêxan, Besra û bi dehan jinên Kurd ên qehreman bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin.”
“Parastina Vê Mîrateyê Wezîfeya Me Ye”
Komeleyê destnîşan kir ku ev jinên qehreman mîrateyeke fedaqarî û rûmetê ji bo îro hiştine û wiha dewam kir:
“Ev dayik, hevjîn û xwişkên qehreman, bi biryardariya xwe mîrateyeke ku heta îro ronahiyê dide paşeroja me, wekî emanet hiştin. Parastina vê mîrateya pîroz, beriya her kesî wezîfe û deynekî li ser milê me ye.”
Daxwaza Edalet û Aramiyê
Di dawiya nûçeyê de, Komeleya Şêx Seîd hêviyên xwe yên ji bo paşerojeke azad û adil anî ziman:
“Em Roja 8’ê Adarê li hemû jinên ku bi têkoşîna xwe cîhanê adiltir û xweşiktir dikin, pîroz dikin. Em daxwaza paşerojeke tije tenduristî, aramî û edaletê dikin.”
Daxwiyanî wisa ye…
Wekî Komeleya Şêx Seîd, em bi rêzdarî û minetdarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin.
Di vê roja watedar de, em wan jinên şervan ên ku di rûpelên dîroka me yên herî dijwar de bi ked, fedaqarî û wêrekiya xwe şop hiştine, bi rehmet, minet û hurmet bi bîr tînin.
Bi taybetî, em jinên şehîdên azadiyê yên ku di mercên giran ên berxwedana 1925’an de bi canfedayî têkoşîn dane û di rêya heq, hiqûq, edalet û baweriyê de canê xwe feda kirine;
Hevjîna Yado Têli Xatûn, Gorexana Mirrî, dayika Kol-axasî Kerem Cewê Xatûn, Derdê Mîro, Sînêxan, Asiye, Besra û bi dehan jinên Kurd ên qehreman ku navên wan di bîra me de nehatine parastin, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ev dayik, hevjîn û xwişkên qehreman, di wan ezmûnên herî giran ên wê demê de bi têkoşîn, xîret, piştgirî û biryardariya xwe, mîrateyeke fedaqarî û rûmetê ya ku heta îro dirêj dibe, ji me re wekî emanet hiştin. Em li ber bîranînên wan ên pîroz bi rêzdarî serê xwe ditewînin; em careke din destnîşan dikin ku parastina vê mîrateya ku bi ked, wêrekî û fedaqariyê ronahiyê dide paşeroja me, beriya her kesî wezîfe û berpirsiyarekî li ser milê me ye.
Em Roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên kedkar û li hemû jinên ku bi têkoşîna xwe cîhanê adiltir, xweşiktir û bijîntir dikin, ji dil û can pîroz dikin; em daxwaza paşerojeke tije tenduristî, aramî û edaletê dikin.
Komeleya Şêx Seîd










