🔴NÛPEL – KJAR’ê di nameyekê de ku ji Parlamentera Partiya Çep a Meclîsa Federal a Almanyayê Cansu Özdemir re şand, xwest ku rewşa girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a ku nêzî 20 sal in li Îranê di girtîgehê de tê girtin, bikeve rojeva navneteweyî û piştgiriya siyasî jê re bê dayîn.
Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di nameya ku ji Parlamentera Partiya Çep a Meclîsa Federal a Almanyayê (Bundestag) Cansu Özdemir re şand de, ji bo Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê bi binpêkirinên giran ên mafan re rû bi rû ye, banga piştgiriya navneteweyî kir.
KJAR’ê diyar kir ku Zeyneb Celaliyan bi salan e di bin êşkenceyê de ye, mafê wê yê tenduristiyê tê astengkirin û di bin şert û mercên giran de dijî; lewma divê ev mijar di qada navneteweyî de bibe rojev.
Di nameya KJAR’ê de ev îfade cih girtin:
“Zeyneb Celaliyan jineke wêrek e ku tevî êşkenceyên li girtîgehê jî serî netewandiye.
Ew jina yekem e ku cezayê muebeta herheyî lê hatiye birîn. Ew ne tenê ji mafên herî bingehîn ên mirovan bêpar hatiye hiştin, di heman demê de bi salan rastî êşkenceyên curbecur hatiye. Zeyneb di nameya xwe de van binpêkirinan wiha vedibêje:
‘Bêguman, dema ku hûn nêzî 20 salan li cîhekî mîna girtîgehê di nava civatekê de bi zorê bidin jiyandin, hûn ê bi nexweşiyên çerm, enfeksiyon û nexweşiyên ruhanî-psîkolojîk re rû bi rû bimînin. Ya herî xirab jî ew e ku şert û mercên xirab ên xwarinê yên li girtîgehê dibin sedema gelek nexweşiyên fîzîkî. Nexasim gava hûn girtiyekî siyasî bin, hîn zêdetir sînor li ser we tên danîn; ya herî sereke jî astengkirina xizmetên tenduristiyê ye. Tevî teşhîsa bijîşkan a ku dibêjin derman hewce ne jî, dermankirin nayê kirin.’
Divê em hemû bibin dengê Zeyneb Celaliyan
Nexwe de, tevî van hemû zext, sansur û êşkenceyan, çima Zeyneb ji bo jinên têkoşer bûye mînakeke mezin? Bê guman sedema vê yekê têkoşîna wê ya bênavber e. Zeyneb ne ji sêdaran û ne jî ji dîwarên girtîgehê tirsiyaye; berevajî vê, tirs xistiye dilê Komara Îslamî. Wekî ku wê bi xwe jî gotiye, ew li cîhê rast ê dîrokê de radiweste.
Têkoşîna Zeyneb a nêzî 20 salan, li cîhekî ku heta ‘behsa xwe kirin’ jî qedexe û tabû ye, li dijî bêdengiya hucreyan veguheriye helbesteke azadiyê. Ji ber vê yekê divê em hemû bibin dengê Zeyneb Celaliyan.
Peyama ku hûn ê di vê mijarê de bidin, dê bibe nîşaneya berpirsiyariya we ya li hemberî hemû jinên azadîxwaz. Wekî kefîla siyasî û piştgira Zeyneb Celaliyan, hûn dikarin doza wê bînin rojeva navneteweyî.”
/Çavkanî: Jinha/










