NÛPEL – Li Stenbolê 4 kesên di pîrozbahiya rojbûna Serokê PKKê Abdullah Ocalan de hatibûn desteserkirin hatin berdan.
Polîsan îro bi hinceta wêneyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye vekirin êrişî seyrana ku li Perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê hat lidarxistin kiribûn.
Polîsan, aktîvîsta TJA’yê Sabahat Tuncel û 3 ciwanên bi navê Abdulkerem Kuzu, Lîvan Orman û Unal Eroz ên desteserkiribûn piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê hatin berdan










