🔴Nûpel – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, têkildarî pîrozbahiyên Newroza 2026an ku li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê, derveyî welat û Qadên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hatin lidarxistin, peyameke spasiyê weşand. KCKê diyar kir ku ev Newroz bi peyamên xwe ve di bîra dîrokê de cih girtiye.
“Milyonan Xwedî li Pêvajoya Azadiyê Derket”
KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser dirûşma îsal a ku weke “Ji Rêber Apo re Azadî, Yekitiya Demokratîk a Kurd” hatibû diyarkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi mîlyonan herikîn qadan û xwedî li “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” derketin.
KCK’ê di peyama xwe de ev xalên girîng parve kirin:
Vîna Azadiyê: Gelê Kurd li her derê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dengekî bilind qîriya.
Pêşengiya Jin û Ciwanan: Hat diyarkirin ku jin û ciwanan piştî 8ê Adarê, di Newrozê de jî bi roleke pêşeng rabûne û vîna xwe ya ji bo jiyana azad nîşan dane.
Banga Yekitiya Neteweyî: Gel di qadan de bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku li dijî metirsiyan, di zûtirîn dem de yekitiya xwe ya demokratîk ava bikin.
Manîfestoya Civaka Komunel: Hat destnîşankirin ku gel bi kelecaniyek mezin pêşwaziya “Manîfestoya Civaka Komunel a Demokratîk” kiriye û ji bo avakirina civakê amadebûna xwe nîşan daye.
Peyama ji bo Gerîla û Gel
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li Qadên Parastinê yên Medyayê bi vîneke mezin Newroz pîroz kirine û diyar kirine ku ew ji bo her erkên demê amade ne.
KCK’ê di dawiya peyama xwe de wiha got:
“Newroza 2026an di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bû xwedî bandoreke mezin û kesên ku hesabên şaş dikirin hişyar kir. Em spasiya her kesên ku keda wan di vê pîrozbahiya bi heybet de heye dikin û Newroza Rêber Apo, şehîdan, jinan, ciwanan û hemû gelan pîroz dikin.”
Daxwiyanî Wisa Ye
“Newroz ku bi hezaran salan e di serî de ji aliyê Kurdan û gelên Rojhilata Navîn ve wekî ‘Cejna Vejin, Berxwedan û Biharê’ tê pîrozkirin; îsal bi şiarê ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Yekîtiya Demokratîk a Kurd’ li her derê Kurdistanê, li derveyî welat, li gelek navendên Tirkiyeyê û li Qadên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin û pîrozbahî berdewam dikin. Ev Newroz, hîn ji niha ve bi coşa xwe ya mezin, asta tevlîbûna girseyî û peyamên xwe yên dîrokî ve di bîranînan de cih girtiye.
Newroz ku sembola roja rizgariya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn a ji zilmê ye, bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin û jiyana bi hev re ya gelan a li ser bingeha wekhevî-azadiyê armanc dike re gihîştiye hev û nû bûye. Bi vê hişmendiyê, di Newroza 2026’an de gelê Kurd û gelên me bi deh mîlyonan xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketine û nîşan dane ku li dora mîmarê vê pêvajoyê, Rêber Apo, çiqasî li hev civiyane. Gelê me li hemû qadên Newrozê bi dengê herî bilind daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye.
Jin û ciwanên ku piştî 8’ê Adarê pêşengiya Newrozê jî kirin, gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi qîrîna ku êdî dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin û tehamula wan ji bo berdewamiya şertên hêsîriya Rêber Apo nemaye, wê girêdana xwe ya kûr û xurt careke din nîşanî her kesî dane.
Gelê me yê ku bi ronahiya Rêber Apo bihişmend bûye, careke din diyar kiriye ku ji bo yekîtiya demokratîk a Kurd amade ye û bang li rêxistinên siyasî yên Kurd kiriye ku li dijî xetereyan di zûtirîn dem de yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin.
Gelê me yê ku di vê Newrozê de gihîşt Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk, manîfesto bi heyecaneke mezin pêşwazî kiriye û nîşan daye ku ji bo erkên avakirina civaka demokratîk amade ye.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku li Qadên Parastinê yên Medyayê bi coş, şahî û îradeyeke mezin Newroz pîroz kirin, eşkere kirine ku ji bo her cure erkên ku di vê pêvajoyê de dikeve ser milê wan, amade û bi biryar in.
Eşkere ye ku Newroza 2026’an lezeke pir mezin daye Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, kesên ku hesabên xelet dikirin hişyar kiriye û hêzeke mezin daye kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin.
Bi vê boneyê, em spasiya her kesê ku keda wan di pîrozkirina bi vî rengî ya Newroza 2026’an de heye dikin û careke din Newroza Rêber Apo, şehîdên me yên qehreman, jinan, ciwanan, gelê me û hemû gelan pîroz dikin.
Bijî Newroz!”
/Çavkanî: MA/










