Kalemêrê bi navê Xelîl Nabo Nasroyê 70 salî li Efrînê ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hat girtin.
Kalemêrê bi navê Xelîl Nabo Nasroyê 70 salî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê hat girtin.
Hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 8ê Adarê kalemêrê bi navê Xelîl Nabo Nasro yê 70 salî ji gundê Şadêra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê binçav kir.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Xelîl Nasro xwest mala kurê xwe yê ku ji sala 2018’an ve hatibû desteserkirin û kel û pelên malê werin vegerandin.
Li ser vê daxwazê di navbera wî û endamekî hêzên ewlehiya giştî de pevçûn derket.
Piştre hêzên ewlekariyê ew binçav kirin û sewqî baregeha xwe ya li bajarê Efrînê kir.
/Çawkani: Channel 8)










