Ji Meydana Çarçira Heta Îro: Banga Yekîtiya Qazî Mihemed

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Îro 31ê Adarê ye; roja ku damezrînerê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed li Meydana Çarçira hat sêdaredan. Di ser vê bûyera xemgîn û dîrokî re 79 sal derbas bûn.

Di 31ê Adara 1947an de, rejîma Îranê Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Mihemed Husên Xanê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî li Meydana Çarçira ya Mahabadê sêdare kirin. Ev meydan, heman ew cih bû ku 11 meh berê lê Komara Kurdistanê hatibû ragihandin.

Avakirina Komarê û Gavên Dîrokî

Komara Kurdistanê di 22yê Çileya 1946an de li Meydana Çarçira bi pêşengiya Qazî Mihemed û bi beşdariya Mele Mistefa Barzanî hatibû îlankirin. Di wê roja dîrokî de, Alaya Kurdistanê hatibû hildan û xewna sedsalan a Kurdan bibû rastî.

Qazî Mihemed di 11ê Sibata 1946an de ji aliyê parlamentoyê ve wekî Serokkomar hat hilbijartin. Wî di merasîma sondxwarinê de bi van gotinan soza xwe dabû:

“Bi mezinahiya Xwedê, bi pîroziya Quranê, li ser welat û sînorên min sond dixwim ku ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe û heta nefesa xwe ya dawî, bi mal û canê xwe ji bo azadiya gelê xwe tê bikoşim.”

Di 11 Mehan De Şoreşa Çandî û Ziman

Her çend temenê Komarê kurt bû jî (11 meh), lê di warê neteweyî û çandî de gavên pir mezin hatin avêtin:

Zimanê Kurdî wekî zimanê fermî hat qebûlkirin.

Li dibistanan perwerdeya bi kurdî dest pê kir.

Rojnameya “Kurdistan” û kovarên wekî Hawar, Hîlalê, Agir, Gelawêj û Nîştiman hatin weşandin.

Radyoya Kurdî dest bi weşanê kir.

Dagirkerî û Dadgehkirina “Şanonameyî”

Piştî ku Yekîtiya Sovyetê (SSCB) di Mijdara 1946’an de ji Îranê vekişiya, artêşa Îranê bi piştgiriya Brîtanyayê êrîşî ser Komarê kir. Pêşewa Qazî Mihemed, ji bo ku gelê Kurd rastî komkujiyeke mezin neyê û xwîna sivîlan neyê rijandin, biryar da ku bi rêveberiya Îranê re li hev bike. Lê belê artêşa Îranê di 17’ê Kanûna 1946’an de Mahabad dagir kir û dawî li Komara Kurdistanê anî.

Piştî dagirkeriyê, Qazî Mihemed di “dadgehek” tenê du rojan de ya şanonameyî de hat dadgehkirin û biryara sêdaredanê ji bo wî hat birîn. Di 31’ê Adara 1947’an de Pêşewa ligel birayê xwe Sedrî Qazî û kurmamê xwe Seyfî Qazî li Meydana Çarçirayê şehîd bûn.

Wesiyeta Dîrokî: “Bîna Tifaqê Ji We Bê”

Pêşewa Qazî Mihemed beriya şehadeta xwe di wesiyeta xwe de bang li hemû Kurdan kir ku bibin yek û li dijî dijminan tifaqa xwe ava bikin. Di wesiyeta wî de ev peyamên girîng cih digirtin:

“Ez di dema dawî ya temenê xwe de me. Ji bo xatirê Xwedê, êdî dijminatiya hev nekin, piştgiriyê bidin hev û li dijî dijmin û zaliman bisekin. Xwe nenfiroşin dijmin. Dijminên Kurdan pir in, zordar û bêrehm in. Sembola serkeftina her gelî, yekîtî û hevkariya wî ye. Gelê ku tifaqa wî nebe, her dem li bin zexta dijmin dimîne û tê pelçiqandin.

Ti kêmasiya Kurdan ji gelên din ên cîhanê tune ye. Hûn bi mêranî û feda kariya xwe, ji gelek gelên azad pêşdetir in. Heke hûn yek bin, hesûdiya hev nekin û xwe nefiroşin dijmin, hûn ê jî wekî her gelî ji bin destê zilmê rizgar bibin.”

Îro piştî 79 salan, mîrasa Pêşewa û peyva wî ya “tifaqê” hîn jî wekî stêrkekê rêya têkoşîna Kurdan ronî dike.

Şîreta Pêşewa Qazî Mihemmed

Bi navê Xwedêyê Mezin û Dilovan,

Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên xebatkar, gelê min ê zorlêkirî; vaye ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminatiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan. Dijmin her ewqas we dixwaze, tenê karê xwe bi we pêk tîne û qet dilovaniyê bi we nake; di her fersendekê de be, qet li we nabuhure.

Dijminên gelê Kurd pir in, zordest û bêdilovan in. Sîmbola serketina her gel û neteweyekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya tevahiya gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe, ew ê her tim bin destê dijmin be. Tu tiştê we gelê Kurd ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêm e; belkî hûn bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne, mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye. Bila hûn jî mîna tevahiya gelên li ser rûyê erdê êdî bindest nebin. Tenê bi yekbûn, hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dijminan re li dijî neteweya me, hûn dikarin rizgar bibin. Birayên min, êdî bi dijminan neyên xapandin. Dijminên Kurdan ji her reng, desteyek û neteweyekê bin, her dijmin in; bêdilovan in, bêwijdan in û rehmê bi we nakin. Ew ê we bi hevdu bide kuştin, ew ê we bixapîne û bi derew û hîleyan we berengarî hev bike.

Ji tevahiya dijminên gelê Kurd, dijminê Ecem ji tevan zalimtir, melûntir, Xwedênenastir û bêdilovantir e. Destê xwe ji tu tawanan li dijî gelê Kurd naparêze. Bi dirêjayiya dîrokê, bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî. Temaşe bikin, binêrin tevahiya zilamên we yên mezin; her ji Simayîl Axayê Şikak heta Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengur û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandinê aram kirin, gel ji pişt wan veqetandin û paşê pir bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Quranê xapandin; xwedêgiravî niyata Eceman a xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin. Lêbelê (Kurd) her xweşbawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin, jê bawer kiriye. Lêbelê heta niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye ku carekê be jî Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane Kurdan pêk anîbin. Tevahiya wan derew û xapandin bûye.

Vaye ez wek birayekî we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim: Hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin, ger Ecem hingiv bide we, diyar e jehr xistiye navê. Bi sond û sozên derewîn ên Eceman nexapin. Ger hezar carî jî dest bide ser Qurana Pîroz û soz bide we, tenê niyata wî xapandina we ye da ku hîleyekê li we bike.

Vaye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedêyê Mezin ez we şîret dikim: Tiştê ji destê min hat bi can û têkoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast, min ji we re xemsarî nekiriye. Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim: Êdî bi Eceman nexapin û ji sond, dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê, Pêxember, roja qiyametê, hesab û kitêban bawer dikin. Li cem wan tenê ji ber ku hûn Kurd in —bila hûn Misilmên bin jî— hûn sûcdar û mehkûm in. Hûn ji bo wan dijmin in; ser, mal û canê we ji bo wan helal e û weke “xeza” (şerê dînî) qebûl dikin.

Soza min ne ew bû ku ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Min pir caran raborî û zilamên me yên mezin dihizirîn; yên ku Eceman bi xapandin, sond, derew û hîleyan ew girtin û kuştin. Ew tev li bîra min bûn û tu carî min ji Eceman bawer nekiriye. Lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran bi name û bi şandina kesên navdar ên Kurd û Fars, soz û ehdên pir mezin dan ku niyata xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe heye û ne amade ne ku dilopek xwîn jî li Kurdistanê birije. Niha hûn bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin. Ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hikûmeta Ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e: Bila zarokên we bixwînin. Ji ber ku tu tiştê me ji yê gelên din ne kêm e, tenê xwendin nebe. Bixwînin da ku hûn ji karwanê gelan paşve nemînin; xwendin çeka kujer a dijminan e. Piştrast bin, ger tebayî, yekbûn û xwendina we baş be, hûn ê pir baş bi ser dijminê xwe de serbikevin. Çênabe ku bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse. Heta ku hûn bigihîjin hêvî û meramên xwe, divê hê jî pir kesên din mîna me di vê rê de bên qurbanîkirin.

Ez piştrast im piştî me pir kesên din jî wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin. Piştrast im pir kesên ku piştî me bikevin xapandina Eceman, wê ji me zanatir û hêjatir bin jî; lêbelê hêvîdar im kuştina me ji bo dilsozên gelê Kurd bibe pend û îbret.

Wesiyeteke min a din ji we re ew e: Daxwaz bikin her çi ya we ji bo serfiraziya gel kir, bila gel alîkarê we be. Piştrast im Xwedêyê Mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike. Dibe ku hûn bêjin: “Lê çima ez serneketim?” Di bersivê de dibêjim: Bi Xwedê kim ez serketim! Çi nîmetek, çi serketinek ji wê mezintir e ku vaye ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser, mal û canê xwe didim. Bawer bin, min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mirinekê bimirim ku di hizûra Xwedê, Pêxember û gelê xwe de rûsor bim; ji bo min ev serketin e.

Xweştiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye. Her wekî ku di malê de endamên malê her kesê ji karekî dizane kar dispêrin wî; îdî heqê tu kesî nîne ku hesûdiyê pê bike. Kurdistan jî her ew mal e. Ger we zanî kesek dikare li vê malê karekî bike, dev jê berdin bila bike. Êdî çênabe hûn keviran deynin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê biêşe ku berpirsiyariyên mezin di destê yekî ji we de hene. Ger karên mezin ketin ser milê yekî û wî ew kar bi rê ve bir, diyar e ku jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene.

Piştrast be, birayê te yê Kurd her ji dijminê dilbikîn baştir e. Ger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de nedisekinîm. Lewma çênabe hûn bi hev re çavnebar bin. Yên ku fermanên me pêk neanîn —ne tenê pêkneanîn, lê tam dijminatiya me dikirin— ji ber ku me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di xewa şirîn de ne. Lêbelê vaye ez li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me û ez demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnameyê derbas dikim. Ger berpirsiyariyên mezin di stûyê min de nebûna, ez jî wê niha di nava zarokên xwe de di xewa şirîn de bûma. Ev şîretên min ên ji bo piştî çûyîna min jî yek ji wan berpirsiyariyên stûyê min e. Ez piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana ser stûyê xwe, niha ew ê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya. Ji bo razîbûna Xwedê û li gorî berpirsiyariya li ser stûyê xwe, mîna Kurdekî xizmetkarê gel, min ev şîret li we kirin. Hêvîdar im ji niha pê ve pendan jê wergirin û bi dirustî guhdariya şîretên min bikin. Bi hêviya ku Xwedêyê Mezin we bi ser dijminên we de serbixe.

Xalên Girîng:

1. Baweriya we bi Xwedê, bi tiştên ji cem Xwedê tên, bi perestina Xwedê û Pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe. Di pêkanîna erkên olî de xurt bin.

2. Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin. Karên neqenc li hember hev nekin û çavnebar nebin, bi taybetî di berpirsiyarî û xizmetê de.

3. Xwendin, zanist û pileya zanyariya xwe pêş bixin da ku dijmin kêmtir we bixapîne.

4. Ji dijminan bawer nekin, bi taybetî dijminê Ecem. Ji ber ku bi çendîn awayan dijminê we ne; dijminê gel, welat û ola we ne. Dîrokê îspat kiriye ku her dem li bîhaneyan digerin, bi kêmtirîn tawan we dikujin û ji tu tawanan di derheqê Kurdan de xwe venakişînin.

5. Ji bo çend rojên jiyana bêqîmet a vê dinyayê, xwe nefiroşin dijminan. Dijmin her dijmin e û ne cihê pêbaweriyê ye.

6. Îxanetê li hev nekin; ne îxaneta siyasî, ne ya giyanî û malî, û ne jî ya namûsî. Ji ber ku îxanetkar li cem Xwedê û mirovan sivik û sûcdar e; îxanet li îxanetkar vedigere.

7. Ger yekî ji we karîbû karên xwe bêîxanet pêk bîne, alîkariya wî bikin. Ji ber çavnebarî û hesûdiyê li dijî wî dernekevin yan —Xwedê neke— li ser wî nebin sîxurên biyaniyan.

8. Tiştên ku min di wesyetnameyê de ji bo mizgeft, nexweşxane û dibistanan nivîsandiye, daxwaz bikin da ku pêk werin û hûn mifa (sûd) jê wergirin.

9. Ji xebat û têkoşînê ranewestin da ku mîna tevahiya gelên din ji bindestiya dijminan rizgar bibin. Malê dinyayê ne tiştek e; ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, hingê her tiştê we heye: Hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî nîştiman.

10. Ez bawer nakim, ji xeynî heqê Xwedê, tu heqên din li ser min hebin. Lêbelê ger kesekî dît ku kêm yan pir tiştekî wî li cem min e, min malekî pir li pey xwe hiştiye; bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Heta ku hûn hev negirin, hûn ê sernekevin. Zilm û zorê li hev nekin, ji ber ku Xwedê pir zû zaliman ji holê radike. Ew soza Xwedê ya bêkêm û zêde ye; zalim dirûxe û nabûd dibe, Xwedê tola zilmê hiltîne.

Hêvî dikim hûn van gotinan guhdar bikin û Xwedê we bi ser dijminan de serbixe. Wekî ku Sedî gotiye:

“Muradê ma nesîhet bûd û guftîm / Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm”

(Mirama me şîret bûn û me kirin; me hûn sipartin Xwedê û em çûn.)

Xizmetkarê gel û welat,

Qazî Mihemmed

 

 

 

Van jî bibîne

 

Ehmed Şera li Londonê ye
Daxwaza Elewiyan ne xwarina qesrê, hemwelatiya wekhev e

Nûçeyên Sereke