🔴Li ser erêkirina projeya JES’ê ya li Gimgimê ji aliyê parêzgeriyê ve bertek: Em ê bi laşê xwe asteng bikin
GIMGIM (Nûpel) – Li Gimgimê (Varto) tevî dijderketina gel, projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku dihat xwestin bê çêkirin, ji aliyê parêzgeriyê ve hat erêkirin. Tê payîn ku sondaja yekem di meha Gulanê de bê kirin. Gimgimiyan li hemberî vê biryara parêzgeriyê civîna gel pêkanîn û bertekên xwe nîşan dan; daxuyandin ku ew ê rê nedin projeya JES’ê.
Parêzgariya Mûşê, destûr da projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku dê di sînorê gundê Xwarikê yê Gimgimê de bê destpêkirin û dê bandorê li 16 gundan bike. Hat ragihandin ku şîrketa bi navê “IGNIS H2 Enerji Üretim Anonim Şirketi” ya navenda wê Amerîka ye, tevî hemû bertekên gelê herêmê, dê di meha Gulanê de dest bi xebatên sondajê bike. Ev proje ji xeynî wêrankirina ekolojîk, dê zirarê bide navendên çandî û baweriyê jî.
Gelê Gimgimê demeke dirêj e li dijî projeya JES’ê ya li herêma wan têkoşînê dide. Welatiyên ku naxwazin li qadên jiyana wan projeya JES’ê bê çêkirin, piştî erêkirina parêzgeriyê civîneke gel li dar xistin.
Gimgimiyan ji gundê Emeranê peyama berdewamiya têkoşînê dan
Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, bi hevdîtina ku li gundê Emeran pêk anî, ragihand ku di têkoşîna ekolojîk de serdemeke nû dest pê kiriye. Gelê ku li qada gund civiyan, vîna xwe ya xwedîderketina li ax û qadên jiyanê careke din nîşan dan. Platformê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êdî kes natirse û li hemberî astengiyan dê gava paşde neyê avêtin.
Platformê bal kişand ser rola jinan û diyar kir ku jin bi parvekirin û biryardariya xwe, ruhê rastîn ê vê têkoşînê ne. Beşdariya gel a ji gundên mîna Kûzik, Zengel, Mengel, Ciwarikan, Caneseran, Badan, Qerxebazar û Siqavêlanê, coşa hevdîtinê bilind kir.
Di civînê de hat destnîşankirin ku xebatên Komîteya Ciwanan a Ekolojiyê ya Gimgimê û Kanîreşê yên li ser medyaya civakî pir girîng in û hat gotin ku divê dengê têkoşîna li qadê di medyaya civakî de jî deng vede.
Gimgimî: Em ê bi laşê xwe asteng bikin!
Welatiyekî ku di civînê de axivî, got: “Bedena me jî biçe, serê me jî biçe, em ê vê projeyê asteng bikin” û diyar kir ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin projeyê. Welatî bi van gotinan serî hilda: “Tu çawa dikarî min ji vê axa ku ji bav û kalan maye biavêjî? Ez ê bi ku de biçim? Nifûs êdî pîr bûye, ev mirov dê bi ku de koç bikin?”
Di berdewamiyê de bal kişand ser metirsiya erdhejê û got: “Zanyar dibêjin ev xeta şikestekê (fay) pir tengijî ye, her kêlî dikare erdhej bibe. Dema boru biteqin dê çi bibe?” Welatî got, “Ma em ê bibêjin werin me bikujin? Helbet em ê li dijî vê bedena xwe deynin holê” û daxwaz kir ku proje demildest bê rawestandin.
Parêzvana xwezayê ya jin jî bang li gel kir û got: “Divê em bibin yek. Ji îro pê ve divê em pirsgirêkên navbera xwe deynin aliyekî û bi hev re tevbigerin. Heke em nebin yek, zarokên me, xwezaya me û pêşeroja me dê tune bibe. Divê em li dijî vê projeyê serî hildin.”
Welatiyekî din ê ku ji navçeya cîran Kanîreşê hatibû, got: “Bi civakê, bi xwezayê û bi zanistê re serhişkiyê nekin. Civak tola xwe hildide, xweza dê zû yan dereng tola xwe hilde” û bi gotina “Gimgim êdî tenê Gimgim nîn e, em bi we hemûyan serbilind in” peyama piştgiriyê da.
Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê bi gotina “Em ê vê vînê ji Emeranê bigihînin her çar aliyên Tirkiyeyê” civîn bi dawî kir.
/Çavkanî: Pîrha/









