Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anatolyayê, 3 mehên destpêkê yên sala 2026an ji Bakurê Kurdistanê bi 32 milyon û 824 hezar dolaran fistiq hatine hinardekirin.
Di serî de parêzgehên Riha, Dîlok û Sêrtê, bi tevahî li 22 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê fistiq tên berhemanîn.
Lê belê ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn.
Hinartin kêm bûye
Ji Bakurê Kurdistanê, di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2026an û 31ê Adara 2026an de hinartina fistiqan li gorî sala borî nêzîkî ji sedî 80 kêm bûye.
Di van sê mehan de ji 61 welatan re bi 32 milyon û 824 hezar dolarî fistiq hatine hinartin.
2025an di heman mehan de bi 57 milyon û 604 hezar dolaran fistiq hatibûn hinartin.
Bakurê Kurdistanê herî zêde fistiq ji Îtalya, Almanya û Polonyayê re şandine.
“Dahateke girîng bi dest dixe”
Serokê Yekîtiya Navendî ya Hilberînerên Fistiqan Faruk Akbaş ragihand ku darên herî zêde yên fistiqan li Riha û Dîlokê ne.
Faruk Akbaş wiha axivî, “Fistiq tenê ne berhemeke çandiniyê ye.
Ji hilberîner û pîşesazan heta hinardekar û aboriya herêmê re bingeheke berfireh a ekosîstemê ye.
Ji ber ku dahata wê zêde ye, hem di bazara navxweyî de û hem jî di hinartinê de ji bo welat dahateke girîng bi dest dixe.
Bi taybetî di salên dawî de bi bilindbûna kalîte û zêdebûna berhemê re em li bazara derve bihêz bûn.
Zêdebûna berhemê bandorê li hinardeya me jî dike. Sala borî mixabin qeşa û hişkesaliyê bandoreke xirab li berhema me kiribû.
Îsal berê fistiqan e û şilî jî baş e. Eger pirsgirêkek çênebe dê berhem zêde bibe.”
/rd/










