Ji Amûdê heta Cannesê: Çîroka Dengên ku Nayên Birîn

🔴NÛPEL – Sînemaya Kurdî îro ne tenê qadeke hilberîna fîlman e, wekî şêwazeke berxwedanê ya ku hafizeya civakî, nasname û azadiya îfadeyê xuya dike, bilind dibe. Sîretvan ji temaşevanekî wêdetir, xwe wekî aktorekî dibîne ku hafizeya wî ya çandî û civakî li ser dika sînemayê ji nû ve tê avakirin.

Dema ku Yilmaz Guney di sala 1982yan de li Festîvala Fîlman a Cannesê bi fîlmê “Yol” (Rê) Xelata Palmiya Zêrîn girt, ev tenê xelateke sînemayê nîn bû; derketina gelekî hatî înkarkirin a li ser dika cîhanê bû. Fîlmê ku di qada navneteweyî de eleqeyeke mezin dît, li Tirkiyeyê demeke dirêj rastî astengiyan hat û hat qedexekirin. Sînema li vir ne tenê huner, di heman demê de çalakiyeke polîtîk bû.

Piştî xelata mezin, bêdengiyeke dirêj çêbû. Piştre di sala 2000î de derhênerê Kurd ê ji Rojhilat Bahman Ghobadi, li Cannesê bi fîlmê “Dema Hespên Serxweş” xelat girt. Di salên dûv re derhênerên Kurd ên wekî Hiner Selim, Kazim Oz, Hisham Zaman, Sahim Omar Kalifa, Rezan Yeşilbaş, Ayşe Polat û Binevsa Berivan bi fîlmên xwe di festîvalên navneteweyî de cih girtin û eleqeya ji bo fîlmên Kurdî mezin bû.

Ev serdem, sînemaya Kurdî beriya erdnîgariya xwe, li Ewropayê ava bû. Rojên Fîlmên Kurdî yên ku di Gulana 2000î de li Viyanayê hatin lidarxistin, di 2001ê de Festîvala Fîlman a Kurdî ya Londonê û piştî wê festîvalên li Berlîn, Frankfurt, Amsterdam, Hamburg û Moskowê, bûn qadên ku sînemaya Kurdî di diyasporayê de bi sîretvanan re digihîşt hev. Salon hebûn, eleqe zêde bû lê sînema li sirgûnê bû. Sînemaya Kurdî, wekî hafizeyeke bêwelat mezin bû.

Eleqeya zêde nîşan da ku ev tevgera sînemayê ya kolektîf a li Rojava dest pê kiriye, bersiveke ku sînoran derbas dike ditiye. Festîvala Fîlman a Rojava îro ne tenê çalakiyek e, navê îradeya derxistina çîrokan a ji nava xoliyê ye. Di vê erdnîgariyê de vekirina perdeyê, tê wateya rûbirûbûna bi raboriyê re û hiştina gotinekê ji bo pêşerojê.

Dema li Rojava behsa sînemayê tê kirin, ne mumkun e ku mirov Amûdê bi bîr neyîne. Di şewata Sînemaya Amûdê ya sala 1960’î de jiyana xwe ji dest danên bi sedan zarokan, yek ji şikestinên herî giran e ku di hafizeya sînemaya van axan de hatiye kolandin. Wê rojê ne tenê salonek, dengê zarokan jî bêdeng bû. Îro ew perdeya ku li Rojava tê vekirin, hesteke wekî ronahiya ku li dijî tariyê hatî pêxistin dide mirov.

Festîvalên Fîlman ên Amedê

Di sala 2011’an de li Amedê yekemîn Festîvala Belgefilman li Navendên Çandê yên Aram Tigran û Cigerxwîn pêk hat. Festîvala 2’yemîn a Fîlman a Amedê û 1’emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Amedê, bi piştgiriya şaredariyan ji aliyê Sînemaya Rojhilata Navîn ve hatin organîzekirin. Di sala 2012’an de li Amed, Êlih û Wanê festîvalên fîlman hatin lidarxistin. Festîvalên fîlman ên Kurdî bi festîvalên li Ewropa û Başûr navê xwe dan bihîstin. Di nava ciwan, jin û zarokan de hezkirina sînemayê zêde bû.

Festîval ji bo derhênerên ku nû dest bi çêkirina fîlman kirine bû derfet; derfeta çêkirina fîlman bi zimanê dayikê û sohbeta bi derhêneran re pêşkêş kir. Derhênerên ku fîlmên kurt û belgefilm dikişandin, tevî qedexe û sansûrê dest bi hilberîna fîlmên dirêj kirin. Hem di festîvalên li Kurdistanê hem jî yên li Tirkiye û Ewropayê de xelat girtin. Hejmara derhêner, derhênerên dîmenê û tîmên teknîkî zêde bû; derhênerên jin li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur hilberîna fîlm û belgefilman zêde kirin.

Fîlmên ku li Temaşevanên Xwe Digerin

Sînemaya Kurdî îro ne tenê qadeke hilberîna fîlman e, wekî şêwazeke berxwedanê ya ku hafizeya civakî, nasname û azadiya îfadeyê xuya dike, bilind dibe. Sîretvan ji temaşevanekî wêdetir, xwe wekî aktorekî dibîne ku hafizeya wî ya çandî û civakî li ser dika sînemayê ji nû ve tê avakirin.

Daxwazên wan du alî ne: Hem zimanê ceribandinê (eksperîmental) yê derhênerên nû û biheyecan, estetîka sînemaya modern û karên ku karibin di festîvalên navneteweyî de derkevin pêş; hem jî karên ku dîrok, evîn û destanên wan vedibêjin. Evîna Mem û Zîn, çîrokên Dînî Ahmed an jî dîmenên Xanê û Kalîm hîn jî di hafizeya sîretvan de zindî ne.

Pirrengiya temayê bi lez zêde dibe; jiyana bajêr, pirsgirêkên ciwanan, koçberî, çîrokên jinan û temayên LGBTQ+ tên girtin dest. Diyalogên Kurdî vediguherin daxwazekê.

Ji ber kêmasiya gişeyê (box office), fîlm bi piranî di ser festîvalan re xuya dibin. Festîvalên neteweyî û navneteweyî, ji aliyekî ve platformên xelatê ne, ji aliyê din ve jî qadên ku derhêner, çîrok û nasname bi sîretvan re digihîjin hev in. Fîlm bi rêya festîvalan hafizeya civakî xuya dikin. Dema ku mîrasa çandî vediguhêzin cîhanê, ji bo projeyên pêşerojê derfetên afirîner û fînansî vedikin.

Daxwazên sîretvanan û stratejiya festîvalê hevdu xwedî dikin: Sîretvan hem li estetîka modern hem jî li kûrahiya çandî digere, derhêner jî hêza xwe ji festîvalan digirin. Heke salon, belavkirin û piştgiriya herêmî were zêdekirin, fîlmên gişeyê jî dê zêde bibin; ev yek jî dê girêdana sînemaya Kurdî ya navxweyî û navneteweyî xurt bike û sînemayê ne tenê wekî amûreke nîşandanê, lê wekî qadeke polîtîk a ku hafizeya civakî û nasnameyê xuya dike, bi cih bike.

/Çavkanî: Ozgur Politika/

Van jî bibîne

 

Hêzên Dijterora Iraqê Rojnamevana Amerîkî ya Hatibû Revandin Rizgar Kir
Kurdolingo di perwerdehiya Kurdî de bîhneke nû tîne: Lansman tê lidarxistin

Nûçeyên Sereke