🔴Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance, beriya biçe Pakîstanê ji bo muzakereyên bi Îranê re daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li bendê ne ev pêvajo bi awayekî erênî derbas bibe.
NÛPEL – Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) JD Vance, beriya geşta xwe ya ber bi Îslamabada paytexta Pakîstanê ve, li balafirgeha Washingtonê pirsên rojnamegeran bersivandin. Vance destnîşan kir ku ew ê serokatiya şandeya Amerîkayê bike û bal kişand ser helwesta Îranê ya di vê pêvajoyê de.
‘Heke Niyeta Wan Paş be, Em jî Amade ne’
Vance, derbarê muzakereyên ku biryare li Pakîstanê bên kirin de wiha got:
“Heke niyeta wan baş be, em ê jî bi heman awayî nêzîk bibin. Em ê bibînin ka dê çi bibe, lê ez bawer dikim ku dê encam erênî be. Em li benda destpêkirina muzakereyan in.”
Vance her wiha anî ziman ku şêwaza hevdîtinan dê li gorî nêzîkatiya Îranê şekil bigire û got: “Heke Îran bixwaze bi niyeta qenc muzakereyan bike, em ê destê xwe dirêjî wan bikin. Lê belê heke bixwazin lîstikan bilîzin, wê demê dê bibînin ku şandeya me ne lîstokvan e.”
Talîmatên Zelal ji Trump
JD Vance destnîşan kir ku Serokê DYA’yê Donald Trump derbarê vê pêvajoyê de talîmatên pir zelal daye wan û hevdîtin dê di çarçoveya van rênîşandan de werin meşandin.
Li Îslamabadê ‘Alarma Sor’
Li gorî nûçeya rojnameya Dawn a Pakîstanê, ji ber van hevdîtinên krîtîk li Îslamabadê asta ewlehiyê hatiye bilindkirin û “alarma sor” hatiye ragihandin.
Ji bo parastina şandeyên Amerîka û Îranê:
Zêdetirî 10 hezar personelên ewlehiyê hatine wezîfedarkirin.
Tedbirên ewlehiyê di bin koordînasyona artêşê de tên birêvebirin.
Hêzên polîs ên Îslamabad û eyaleta Pencabê piştgiriyê didin operasyonên ewlehiyê.
/Nûçeyên Cîhanê/










