🔴 Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di 3 mehên destpêkê yên 2026an de ji bo 66 welatan bi 3 milyon û 773 hezar dolarî îsota hûr hatiye hinardekirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji bilî bikaranîna zêde, bazirganiya îsotê jî bûye sektoreke girîng.
Sala 2025an bi 14 milyon û 112 hezar dolarî îsot hatibû hinardekirin.
Sektoreke girîng a aboriyê
Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anadoluyê ku hinek bajarên Bakurê Kurdistanê jî li xwe digire, bazirganiya îsotê giringiya xwe diparêze.
Di 3 mehên destpêkê yên 2026an de, ji 66 welatan re bi 3 milyon û 773 hezar dolarî îsotên hûr hatiye hinardekirin.
Ev îsot di serî de ji Almanya, Holenda û Brîtanyayê re hatin şandin.
Hezar û 876 ton îsot hatin firotin
Di vê heyamê de ji bo Holenda, Erebistana Siûdî, Kanada, Qeter, Herêma Kurdistanê, Îraq, Rûsya, Romanya, Yunanistan, Çîn, Brezîlya, Îtalya, Kuba, Qibris û Spanyayê hezar û 876 ton îsota hişk hatiye hinardekirin.
Serokê Meclisa Borsaya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemir diyar kir ku zêdebûna hinartina îsotê ya di çaryeka yekem a 2026an de gelekî girîng e.
Îsa Kizildemir li ser mijarê wiha anî zimên:
“Em hêvî dikin ku heta dawiya salê hinardeya me zêdetir bibe. Îsal baran zêde bû û ax têr av bû.
Ev yek dê bandoreke erênî li hilberîna çandiniyê bike.”
/rûdaw/










