Rejîma Îranê, parêzer Nasrîn Sotoudehê girt.
Rejîma Îranê, parmzera bi navê Nasrîn Sotoudehê li mala wê ya li Tehranê binçav kir û ew girt.
Nasrîn Sotoudeh, bi parastina girtiyên siyasî, aktivîstên mafên jinan û zarokên bi cezayê darvekirinê re rû bi rû dimînin tê naskirin. Parêzer Nasrîn Sotoudeh, berê jî ji ber gelek dozên ku parastina wan kiriye hatibû binçavkirin.
/Ajansa Mezopotamya/









