Îranê hîn agirbest neketî meriyetê binpê kir: Ber bi Îsraîlê ve fuzeyan barand

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Piştî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump a derbarê agirbesta du hefteyan de, Îranê di demjimêrên serê sibê de careke din Îsraîl kir armanc. Tevî ku Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê agirbest qebûl kiriye jî, ragihand ku “şer bi dawî nebûye.

Serokê DYA’yê Donald Trump, peymaneke agirbestê ya du hefteyan ku DYA, Îsraîl û Îranê li xwe digire ragihandibû. Lê belê, tenê çend demjimêr piştî vê daxuyaniyê, Îranê danê sibê roja Çarşemê ber bi Îsraîlê ve fuzeyan barand. Ev yek bû sedem ku li Îsraîlê sîrenên hişyariyê careke din lê bidin û gumanên mezin li ser pêşeroja peymanê ava bibin.

Şertê Trump: Rawestandina êrîşan û vekirina Tengava Hurmuzê

Donald Trump destnîşan kir ku ev agirbest bi şertê ku Îran êrîşên xwe rawestîne û rê bide derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmuzê de hatiye destpêkirin. Li gorî plana Trump, biryar e ku hevdîtinên fermî roja Înê li Îslamabada paytexta Pakistanê, bi navbeynkariya hikûmeta Pakistanê dest pê bikin.

Îran: Agirbest heye, lê şer bi dawî nebûye

Li aliyê din, Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan agirbesta du hefteyan qebûl kiriye. Lê belê Tahranê bi peyamekî tund hişyarî da û got:

“Ev agirbest nayê wê wateyê ku şer bi dawî bûye. Heke dijminên me gaveke nû bavêjin, em ê bi tundî bersivê bidin.”

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Abdullah Ongullu Şêrwî: Zaroktiya Saf û Sonda Sîpan: Birayê Sadiq
Trump Êrişên li ser Îranê Rawestand: Agirbesteke 2 Hefteyan û Şertê Tengava Hurmizê

Nûçeyên Sereke