🔴Îranê tehdît kir ku heke komên çekdar ên Kurd di sînor re derbas bibin, ew ê “êrîşeke berfireh” bibin ser hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Îranê hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) ku piştgiriyê nede êrîşên DYA’yê (Amerîkayê).
Konseya Parastinê ya Îranê îro di daxuyaniyekê de bang li HHK’ê kir ku rê nede komên çekdar ên Kurd di sînor re derbas bibin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Rûdaw a bi navenda Hewlêrê de cih girtiye, endamê Konseyê Elî Ekber Ehmediyan diyar kir ku Îranê heta niha tenê bala xwe daye ser baregehên DYA û Îsraîlê yên li herêmê û komên Kurd ên muxalif, lê heke rê bê dayîn ku ev kom “hebûn û komployên xwe bidomînin” an jî “di sînor re derbasî Îranê bibin”, wê qada êrîşan bê berfirehkirin û “hemû saziyên HHK’ê bi êrîşeke mezin bibin hedef.”
Ehmediyan bal kişand ser piştgiriya ku Îranê di “rojên dijwar” de daye HHK’ê û hişyarî da: “Têkiliyên dostane û piştgiriya bêdawî ya Komara Îslamî ya ku di demên dijwar de, mîna êrîşên DAIŞ’ê, pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribû, dê bi dawî bibe.”
Di rojên dawî de, îdîayên ku Serokê DYAyê Donald Trump bi serokên HHK’ê û komên din ên Kurd ên li herêmê re bi telefonê axiviye û ji wan daxwaz kiriye ku ji bo rûxandina rejîma Îranê piştgiriyê bidinê, rojev dagir kiribûn.
Di çapemeniya navneteweyî de nûçe hatin weşandin ku Trump bi gotina “An DYA an jî rejîma Îranê: Terciha xwe bikin” zextê li serokên Kurd kiriye û teşkilata îstîxbaratê ya DYA’yê CIA jî ji bo çekdarkirina komên Kurd ên Îranê hin gav avêtine.









