Îranê Cara Yekem Banga Diyalogê li Partiyên Rojhilatî Kir

Nûçe

🔴Di demeke ku medyaya cîhanê behsa egera ketina hêzên Rojhilatî bo nav axa Îranê dike, ji Tehranê gaveke sosret û nû hat avêtin. Hikûmeta Îranê cara yekem bi awayekî nerasterast banga diyalogê li partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Sekreterê Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî, amadeyiya xwe ya ji bo rûniştin û guftûgoyê bi partiyên Kurd re nîşan dan.

Pezeşkiyan: ‘Nebin Piyonên Emperyalîzmê’

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di 6’ê Adara 2026’an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir. Pezeşkiyan di peyama xwe de pesna gelê Kurdistanê da û got ku ew di pêvajoyên dîrokî de her tim li gel Îranê sekinîne. Pezeşkiyan ji bo partiyên muxalif jî ev bang kir:

“Nebin piyonên emperyalîzmê. Dibe ku gileyên me ji hev hebin û pirsgirêkên me hebin; lê rêya çareseriyê ne sekinîna li gel DYA û Îsraîlê ye. Rêya çareseriyê ew e ku em rûnin û bi hev re biaxivin.”

Larîcanî: ‘DYA’yê li Sûriyê Kurd di Nîvê Rê de Hiştin’

Piştî daxuyaniya Serokkomar, Sekreterê Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî jî li ber kamerayan daxuyaniyeke girîng da. Larîcanî bi awayekî zelal bal kişand ser nasnameya Kurdî û Kurd wekî “yek ji qewmên herî kevnar ên Îranê” pênase kir.

Larîcanî, siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê wek mînak nîşan da û hişyarî da:

• Bêvefatiya Amerîkayê: “Kurd gelên biaqil in; dizanin ku Amerîkayî berjewendîparêz in û ne bi vefa ne.”

• Mînaka Sûriyê: “Li Sûriyê soza parastinê dan Kurdan, lê di şevekê de bazar kirin û ew di nîvê rê de hiştin.”

Piştî Şoreşê Cara Yekem e

Ev bang di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de wekî “veguhertineke girîng a ziman” tê nirxandin. Piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an, li bajarên wekî Mahabad, Sine û Tehranê di navbera lîderên Kurd û rêveberiya nû de hevdîtinên otonomiyê hatibûn kirin, lê ew pêvajo bi şer û pevçûnên dijwar bi dawî bibû. Piştî bi dehan salan, cara yekem e ku rayedarên payebilind ên Îranê bi vî rengî banga “rûniştin û çareserkirinê” dikin.

/Çavkanî: Rûdaw/

 

 

Van jî bibîne

 

Fenerbahçeyê di deqîqeya 90+5’an de mûcîze afirand
Li Her Derê Dengê Jinan: “Jin, Jiyan, Azadî” li Hemû Navendan Deng Veda

Nûçeyên Sereke