Îranê Bi ÎHA’yan Êrîş Bir Ser Mala Serokê PAK’ê Hisên Yezdanpena

Nûçe

🔴NÛPEL – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku balafirên bêmirov (ÎHA) yên rejîma Îranê, li herêma Dêgeleyê mala Serokê PAK’ê Hisên Yezdanpena û niştecihên sivîl hedef girtine.

Êrîş li Ser Sînorê Dêgeleyê Pêk Hat

Li gorî daxuyaniya fermî ya PAK’ê, artêşa Îranê bi sê balafirên bêmirov ên xwekuj êrîşî baregeha “Pakşar” a li sînorê navçeya Koye (Dêgele) kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê êrîşê de rasterast mala Serokê PAK’ê Hisên Yezdanpena hatiye hedefgirtin. Her wiha hat ragihandin ku xaniyekî sivîlan ê li heman herêmê jî bûye armanca êrîşê.

Zext û Êrîşên Sistematîk Didomin

PAK’ê bal kişand ser hovîtiya rejîma Îranê û destnîşan kir ku ev êrîş beşek ji polîtîkayên sistematîk ên li dijî partî û hêzên Rojhilatê Kurdistanê ne. Di daxuyaniyê de dîmenên kêliyên êrîşê jî bi raya giştî re hatin parvekirin.

Pêla Êrîşan Berfireh Dibin

Ev êrîş di demekê de pêk tê ku zextên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê zêde bûne. Hat bibîrxistin ku:

Di şeva borî de, li herêma Koye 10 êrîşên cuda yên ÎHA’yan li ser kamp û baregehên partiyên Rojhilat pêk hatine.

Li Silêmaniyê, di taxa Baxtiyarî de baregeha Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê jî hatibû hedefgirtin.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Îranê pêşniyara agirbestê ya DYAyê red kir: ‘Em çareseriya mayînde dixwazin’
Parlamenter Beritan Guneş: Li Mêrdînê Bi Navê ‘Enerjiyê’ Talana Ekolojîk û Koçberkirin Tê Pêkanîn

Nûçeyên Sereke