Îran: Me balafireke din a Amerîkayê xist xwarê

CîhanNûçe

Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî ragihand ku hêza wan a asmanî balafireke din a Amerîkayê xistiye xwarê û ew balafir ketiye nav avên Kendavê.

Îbrahîm Zulfîqarî îşev di daxuyaniyekê de got ku îro artêşa Îranê “balafireke şer a bipêşketî ya dijmin” li başûrê Girava Qeşmê û di navbera giravên Hengam û Qeşmê daye erdê.

Zulfîqarî diyar kir ku balafir ketiye nav avên Kendavê.

Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê jî belav kir ku du berpirsên Amerîkayê ragihandiye ku ew balafir îro hatiye têkbirin û ketiye nav avên Kendavê.

Wan berpirsan ji rojnameyê re gotiye ku balafir A-10 Warthog bûye.

Li gorî heman çavkaniyê, balafir li nêzîkî Tengava Hurmizê ketiye û pîlotê wê hatiye rizgarkirin.

Çarenivîsa tîma balafira yekem

Medyaya Îranê dîsa îro ragihandibû ku wan balafireke Amerîkayê xistiye xwarê.

Pişt re berpirsên Amerîkayê jî ketina wê balafirê piştrast kiribû.

Piştî belavbûna nûçeya xistina balafira yekem, ji bo dîtina tîma wê balafirê li nav axa Îranê hemleyeke lêgerînê dest pê kir.

Medyaya Amerîkayê jî ragihand ku yek ji endamên tîmê hatiye dîtin û rizgarkirin lê çarenivîsa yê din hîn ne diyar e.

 

/çawkani: rûdaw/

Van jî bibîne

 

Rapora protestoyên Rojava: Herî kêm 930 kes hatin binçavkirin û 123 kes hatin girtin
Li Afganistanê Erdhej: 6 Kesan Jiyana Xwe Ji Dest Dan

Nûçeyên Sereke