🔴Ajansa HRANAyê ragihand ku rejîma Îranê tevî ku di ser înfazkirina 6 girtiyên siyasî re hefteyek derbas bûye jî, cenazeyên wan radestî malbatên wan nake.
NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), têkildarî 6 girtiyên siyasî yên ku di serê meha nîsanê de ji aliyê Îranê ve hatine îdamkirin daxuyaniyek belav kir. Li gorî nûçeya ajansê, girtiyên bi navê Ekber Daneşvarkar, Mihemed Teqewî Sangdehî, Babek Alîpûr, Pûya Gobadî, Ebulhesen Muntezer û Wehîd Baniamerîan beriya hefteyekê hatine îdamkirin, lê rejîm cenazeyên wan di bin çavan de digire û nade malbatên wan.
Bi Îdîaya “Serhildanê” Cezayê Mirinê Hatibû Birîn
Ev 6 girtiyên siyasî di payîza sala 2022yan de, di dema pêlên protestoyan de ji aliyê wezareta îstîxbarata Îranê ve hatibûne girtin. Di çileya sala 2023yan de, ji aliyê Şaxê 26an ê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve bi tohmeta “endamtiya komên mûxalif û serhildanê” (Bexî) cezayê îdamê li wan hatibû birîn. Cezayê van girtiyan di nîsana îsal (2026) de hat înfazkirin.
Rejîm Îdaman Weke Amûra Tepisandinê Bikartîne
Çavkaniyên mafên mirovan balê dikşînin ser vê yekê ku piştî rageşî û aloziyên di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de, rejîma Îranê ji bo dengê ku ji kolanan bilind dibe bifetisîne û tirsê bixe nav civakê, lez daye înfazkirina cezayên îdamê.










