🔴Nûpel – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku ji destpêka êrîşên DYA û Îsraîlê ve zêdetirî 2 hezar kes hatine girtin û fikar hene ku ev kes di navendên leşkerî de wekî “mertalên zindî” werin bikaranîn.
Ji 28ê Sibatê ve, anku ji destpêka operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, pergala darazê ya Komara Îslamî ya Îranê pêleke berfireh a girtinan da destpêkirin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR), di nav 25 rojên dawî de zêdetirî 2 hezar kes hatine girtin.
Nasnameya Girtiyan û Metirsiya “Mertala Zindî”
IHR’ê diyar kir ku piraniya girtiyan parêzvanên mafên mirovan, jin, hunermend, ronakbir û aktîvîstên siyasî ne. Rêxistinê heta niha nasnameya 38 kesan piştrast kiriye. Rêveberê IHR’ê Mehmûd Emîrî Mogaddam bal kişand ser metirsiyeke mezin û got:
“Hikûmet bi birina girtiyan bo navendên ewlehî û leşkerî yên ku dibin hedefa êrîşan, welatiyan wekî mertalên zindî bikar tîne û jiyana wan bi zanebûn dixe metirsiyê.”
Tawanbarî û Cezayên Îdamê
Daxuyaniyê destnîşan kir ku dezgehên sîxurî û Supaya Pasdaran van kesan bi tawanên wekî:
Hevkariya bi Îsraîl û DYAyê re,
Sîxurî û kişandina wêneyên herêmên hesas,
Têkiliya bi medyayên derveyî welat re,
Bikaranîna amûrên înterneta Starlink û xetereya li ser ewlehiya neteweyî tawanbar dikin.
Li aliyê din, daraza Îranê cezayê îdamê yê sê kesan, ku di nav wan de gureşgerê neteweyî yê 19 salî Hamedi jî heye, pesend kir. Tê payîn ku ji bo çavtirsandina muxalîfan, pêleke nû ya îdamkirina xwepêşanderên meha Kanûnê dest pê bike.
/Çavkanî: Bîanet/










