🔴ÎRAN – 2 girtiyên siyasî hatin bidarvekirin
NÛPEL – Daraza Îranê ragihand ku wan girtiyên siyasî Vahid Beniamerian û Abolhassan Montazer bi dar ve kirine.
Montazer û Beniamerian bi endamtiya Mucahidên Gel (MEK) û îdiayên ‘Serhildana çekdarî’ û ‘civînên bi armanca xirakirina ewlehiya neteweyî li dar xistine’ hatibûn darezandin.
Babak Alipur, Puya Gobadî, Akbat Daneşvarkar û Muhammed Taghavi Sangdehî ku bi heman dosyayê dihatin darezandin jî di nava vê hefteyê de hatin darvekirin.










