🔴Nûpel –Hate diyarkirin ku fuzeya sêyem a Îranê ya ku ber bi Baregeha Încîrlîkê ya Edeneyê ve dihat, ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hate bêbandorkirin. Di saetên şevê de li seranserê bajêr dengê sîrenan hat bihîstin.
Hate ragihandin ku fuzeya sêyem a Îranê ya ku vê sibê ber bi Baregeha Încîrlîkê ya li Edeneyê ve dihat, ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hat rûxandin.
Piştî ku fuze ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve hat, di saetên şevê de li gelek deverên Edeneyê dengê sîrenan hat bihîstin. Hat ragihandin ku yekîneyên ewlehiyê li dijî rîskên gengaz tedbîr girtine û pergalên parastina hewayî ketine dewrê.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku hin dîmenên li ser medyaya civakî hatine parvekirin ne yên kêliya rûxandina fuzeyê ne, lê yên şewitîna perçeyên fuzeyê ne dema ku dikevin atmosferê.
/Çavkanî: Birgün/










