🔴NÛPEL – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) û Berendamê Serokkomariyê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglu, derbarê “Dozgeha ÎBB’ê” de bi ser hesabê xwe yê medya civakî bang li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî kir. Îmamoglu diyar kir ku ev doz “şerma sedsalê ye” û bang li her du lîderan kir ku ji rastiyê nerevin.
‘Ji rastiyê nerevin’
Îmamoglu di parvekirina xwe de destnîşan kir ku divê kes li bin banê TBMM’ê gotinên ku dê sibê pê şerm bikin neyne ziman û wiha got: “Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî, êdî gunehê kesî negirin! Ji rastiyê nerevin. Şahidîkirina ji bo darizandinan li ser we ferz e, ji ber ku hûn berpirsiyar in!”
‘Ev doz şerma sedsalê ye’
Ekrem Îmamoglu bal kişand ser îdianameya dozê û banga xwe wiha domand:
“Birêz Erdogan, ma agahiya we ji halê perîşan ê îdianameyê heye? Hûn nikarin berteka raya giştî ya ku li hemberî rastiyan şok bûye, tune bihesibînin. Ma hûn qîrîna kesên bêguneh ên ku jiyana wan hatiye tarîkirin û daxwaza wan a darizandina adil dibihîzin? Ev doz şerma sedsalê ye. Ma hûn pê dihesin? Ez bawer nakim!”
‘Careke din neyên xapandin’
Îmamoglu herî dawî hişyarî da her du lîderên Tifaqa Cumhur û got: “Careke din nebin poşman! Neyên xapandin û kesî nexapînin! Ji heqîqetê nerevin.”










