Hunermendan Bang Kir: Em li Gimgimê Projeya JES’ê Naxwazin!

NûçeXweza

🔴NÛPEL – Platforma Hunermendên Gimgimê, Koma Piştevaniya Jinan a Gimgimê ya Stenbolê û gelek hunermend bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya li Gimgimê derketin û daxwaza betalkirina projeyê kirin.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, bertekên li dijî projeya “Lêgerîna Çavkaniyên Jeotermal û Kolandina Sondajê” ya fîrmaya IGNIS H2 Enerji Uretim A.Ş. her ku diçe zêde dibin. Ev proje qadeke mêrg û çêrgehan a ku 16 gundan (di nav de Tatan, Hemûgê, Badan, Xwarik û Qasiman jî hene) digire nav xwe û rûberê wê 453 hezar metrekare ye, dixe bin xetereyê.

Daxuyaniya bi Çar Zimanan

Piştî konsera hunermend Cemil Qoçgîrî û Umut Gündüz, Platforma Hunermendên Gimgimê û Koma Piştevaniya Jinan a Gimgimê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Daxuyanî bi zimanên Kirmanckî, Kurmancî, Tirkî û Almanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de peyama piştevanî û berxwedanê hate dayîn û bi biryardarî hate gotin: “Ji xebatên jeotermal re na!”

Bang li Hemû Gimgimiyan Hate Kirin

Hunermendan bal kişandin ser xebatên sondajê yên ku tê plankirin di meha Gulanê de dest pê bikin. Ji bo ku rê li ber vê talana xwezayê bê girtin, hunermendan bang li hemû Gimgimiyên li dervayî welat û li bajarên din dijîn kir ku dengê xwe bilind bikin.

“Em bang li hemû dost û hemwelatiyên xwe dikin; werin em li dijî vê projeya ku dê xwezaya me, av û axa me jehrî bike, têkoşînê mezin bikin. Divê ev proje demildest bê rawestandin.”

Agahiyên Derbarê Projeyê de

Cih: Gimgim (Mûş), herêma ku 16 gundan lixwe digire.

Qada Projeyê: 453.494,83 m² (Zeviyên bi sifeta mêrg û çêrgehê).

Pargîdanî: IGNIS H2 Enerji Uretim A.Ş.

Armanc: Kolandina sondajê ji bo enerjiyê.

/Çavkanî: Pîrha/

Nerazîbûna Alîgirên Amedsporê: Sirûda Nû ya Koma Agirê Jiyan Hat Rexnekirin
Leyla Zana: Şehîdketina Pêşmergeyan xemeke mezin e ji bo gelê me

Nûçeyên Sereke