🔴NÛPEL – Hunermendê naskirî yê Rojavayê Kurdistanê Elî Mensûr, ku bi salan xizmeta huner û çanda Kurdî kiribû, ji ber nexweşiyê li bajarê Amûdê koça dawî kir.
Elî Mensûr di temenê piçûk de dest bi rêvîtiya xwe ya hunerî kir û di dîroka muzîka şoreşgerî û gelerî de şopeke girîng hişt. Hunermend di sala 1982’an de tevî komek hevalên xwe Koma Mehabad ava kir. Di nav vê komê de gelek stran nivîsandin û bûn xwediyê gelek besteyên nemir.
Di sala 1986’an de li Helebê tevî hevalên xwe bingeha Koma Agirî avêt. Stranên ku wî nivîsandibûn û amade kiribûn, li seranserê Kurdistanê belav bûn û di dilê gel de cih girtin.
Elî Mensûr ne tenê bi hunera xwe, lê bi helwesta xwe ya siyasî jî dihat naskirin. Ji ber dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re, ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin. Tevî hemû zext û zoriyan, wî tu carî dest ji xebatên xwe yên hunerî û têkoşîna xwe berneda.
Li gorî agahiyan, tê payîn ku cenazeyê hunermend Elî Mensûr li bajarê wî Amûdê bi xakê re were sipartin.
/Çavkanî: MA/










